Kurdistaniyên li Ewrûpayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên greva birîbûnê dikin. Piştgiriya ji bo çalakgeran jî dewam dike. Parlamentera Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê Trina Torp û parlamenterê berê yê heman partiyê, Serdar Benlî li paytext Kopenhagenê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê û piştgirî dan wan.

Mafên mirovan tên binpêkirin

Trina Torp got, binpêkirina mafên mirovan li Tirkiye û Kurdistanê zêde bûye û got, ew ê piştgiriyê bidin însiyatîfa parlamenteran a ji bo destekkirina Leyla Guvenê.

Alîkarê Şaredarê Gladsaxeyê, Serdar Benlî jî got, ew ê piştgiriya xwe ya bi berxwedana gelê Kurd a li dijî zext û êrişan bidomînin.

Divê daxwezên Kurdan bên qebûlkirin

Partiya Antîkapîtalîst a Nû (NPA) jî bi daxuyaniyekê piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya li Fransayê ku 50 Kurdistaniyî daye destpêkirin.

NPA’yê diyar kir ku ew piştgiriyê dide grevên birçîbûnê û ev daxwazên li jêr kirin:

* Divê Abdullah Ocalan azad bibe û li Tirkiyeyê doza Kurdan bi rêyên siyasî, bi muzakere were çareserkirin.

* Divê hemû girtiyên siyasî bên serbestkirin.

* Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê were derxistin.

Partiya Çepgir a Fransayê û Partiya Komunîst a Fransayê jî diyar kiribûn ku ew jî piştgiriyê didin greva birçîbûnê.