Rêbiwar Reşîd: Me Ji YNK'ê jî xwest ku endametiya YNK'ê ya di nava KNK'ê de were xurtirkirin û beşdariya wan a ji bo xebatan were zêdekirin. Me got, beşdarbûna wan baş e, lê divê baştir û çalaktir bibe.
Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd û şandeya pê re ku destûra wan a derbasbûna Rojavayê Kurdistanê nehatibû dayîn, bi Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre re hevdîtin kir. Di hevdîtinê re rewşa Rojava û mijara yekîtiya neteweyî hat gotubêjkirin. Rêbiwar Reşîd da zanîn ku wan dixwest hevdîtinên xwe ji Rojavayê Kurdistanbê bidin destpêkirin, lê ji ber astengkirinê, wan li Başûr dest bi hevdîtinan kiriye. Wî her wiha da zanîn ku YNK jî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê weke erkeke neteweyî dibîne.
Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd û endamên KNK’ê Ehmed Karamus, Êriş Elîzadeh û Ferhat Doskî ku pêr xwestibûn biçin Rojavayê Kurdistanê, lê hatibûn astengkirin, doh bi rayedarên Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) re hevdîtin kirin.
Hevdîtin li Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li Hewlêrê pêk hat. Di hevdîtinê ji aliyê YNK’ê Endamê Mekteba Siyasî Sedî Ehmed Pîre û çend endamên din ên YNK’ê amade bûn.
Piştî hevdîtina ku tenê çend deqeyên wê li çapemeniyê vekirî bû, Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd têkildarî naveroka hevdîtinê zanyarî dan me.
Ji neçarî li Başûr dest pê kir
Rêbiwar Reşîd da zanîn ku wan plan dikir destpêkê biçin Rojava û bi partiyên wê derê re hevdîtinan pêk bînin, piştre jî encamên van hevdîtinan bi partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re parve bikin. Lê ji ber ku destura derbasbûnê nehatiye dayîn, wan hevdîtinên xwe bi partiyên Başûr û partiyên Kurd ên parçeyên din re yên ku nûnertiyên wan li Başûr hene, dane destpêkirin.
Hevagahdarkirina aliyan
Rêbiwar Reşîd diyar kir ku wan di hevdîtinê de derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û hêzên siyasî yên Kurd de agahî daye. Reşîd anî ziman ku aliyê YNK’ê jî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û pêvajoya siyasî ya Başûr agahî parve kirine. Her wiha rewşa parçeyên din ên Kurdistanê jî hatine gotubêjkirin.
‘Helwêstek pozîtîf hebû’
Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd, da zanîn ku aliyê YNK’ê di hevdîtinê de helwêsteke pozîtîv nîşan daye û got, “Her wiha me pêşniyaz û nêrînên wan yên ji bo danûstandinên di navbera hêzên Kurd de jî girtin. Bi giştî nêrîna wan pozîtîv bû û her wiha hinek rexneyên wan jî hebûn. Ew jî wisa difikirin ku piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdan yek ji xalên herî girîng e. Ew vê wekî erkeke neteweyî ya Kurd dibînin. Ji ber ku Rojava di rewşeke krîtîk û hesas de ye.”
Dialoga di nav Kurdan de pêwîst e
Rêbiwar Reşîd wekî din anî ziman ku di hevdîtinê de rewşa Başûrê Kurdistanê û mijara yekîtiya neteweyî jî hatiye nirxandin û ev zanyarî parve kirin, “Li Başûrê Kurdistanê mijara demokratîkbûyîn û danpstendinên navbera hêzan, pêwîst e bi pêş keve. Me nêrîna xwe ya di vî warî de anî ziman, wan jî heman nêrîn parve kir. Heman tişt ji bo Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê jî lê ne. Ew jî wisa difikirin ku careke din diyalogeke neteweyî û nîştîmanî di navbera Kurdan de divê dest pê bike. Me jî got, yek ji xebatên me yên sereke pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Hêdî hêdî yekîtiya neteweyî pêk tê. Me Ji YNK'ê jî xwest ku endametiya YNK'ê ya di nava KNK'ê de were xurtirkirin û beşdariya wan a ji bo xebatan were zêdekirin. Me got, beşdarbûna wan baş e, lê divê baştir û çalaktir bibe. Di mijara pêkanîna yekîtiya neteweyî de me ji wan xwest ku hemahengiyeke baştir pêk bînin û di çalakiyên ji bo parçeyên din yên Kurdistanê û Başûr de jî bi awayekî piratîkî beşdarî xebatên KNK'ê û yên neteweyî bibin.”
ROJNEWS / HEWLÊR