Li Daristana Hambachê têkoşerên dijkapîtalîst û endamên Piştgriya Rojava ji bo parastina vê daristanê û piştgiriya têkoşîna ji bo wî, lê geriyan. Ev ger û geşta li daristanê êdî mehane weke rêûresmekê bi rê ve diçin. Peyama vê rêûresmê jî “Dilsoziya têkoşînên dijkapîtalîst û dijbaviksalar li seranserê dinyayê” ye. Di vê meşa dawî de nexasim bal li ser Rojava û Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Li vir dezgeheke agahdarkirina Rojava hat danîn û pê li ser rewşa dawî ya li Rojava xelk agahdar kirin.

Jixwe ji ber ku Şoreşa Rojava li fikra sereke ya parastina Daristana Hambachê li hev tê, çalakger û piştgirên vê çalakiyê dewamî, pişta Rojava jî digirin. Şirketên elektrîkê dixwazin kanên komirê li Daristana Hambachê vekin.

 

ANF/DUREN