Ji bo piştgîriya Rojavayê Kurdistanê li Norwecê du şahiyên cuda ji aliyê rêxistinên Kurdistanî ve pêk hatin. Yek ji van şahiyan li bajarê Trondheim ji aliyê gelek rêxistinên Kurdistanî ve hat lidarxistin û girseyeke qelabalix beşdar bû. Di axaftinan de ji bo piştgiriya Rojava bang hate kirin. Hunermend Hozan Kawa, Hozan Dîno, Şêrko Merîwanî û Dijwar Silêmanî jî tevlî şahiyê bûn.

Şahiya din jî li bajarê Oslo pêk hat û tevî kurdên Osloyê ji bajarên derdorê jî gelek kes beşdar bûn. Şahî ji aliyê Komîteya Piştgîriya Serêkaniyê ve hate lidarxistin. Li salonê alên Desteya Bilind a Kurd û posterên şehîdên Rojava û yên Serêkaniyê hatin daliqandin û ji bo Rojava û yekîtiya netewî ya kurdan slogan hatin avêtin.
Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK Hacî Ehmedî jî beşdarî şahiyê bû. Ehmedî xîtabî girseyê kir û di axaftina xwe diyar kir ku divê kurd li her derê piştgiriyê bidin Rojava û li hemberî bûyerên rû didin hestyar bin. Ehmedî weha got: "Gelê kurd deyindarê gelê Rojava ye û pêwîste gelê kurd li Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê bi hemu hêza xwe li gelê Rojava xwedî derkeve. Em hemû deyindarê gelê Rojava ne". Ehmedî bal kişand  ser polîtîkayên qirêj yên weke Tirkiye û Iranê û diyar kir ku hemû hewildanên wan li ser qirkirina gelê kurd e. Ehmedî got, "Ji bo vê yekê ji rêya careseriya gelê kurd li hevdu xwedî derketin û parastina rûmet û nasnameya xwe ye.
Şêx Murşîd Maşuq Xeznewî jî di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya gelê kurd û diyarkir ku ji bo Rojavayê Kurdistanê pêwîstiya kurdan bi hevgirtinê heye û ev peyam da: "Roj ne roja girtina sinorên Kurdistanê ye. Di vê pêvajoya dîrokê de pêwîstiya gelê Rojava bi Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê heye. Ya girîng ew e ku her Kurd û hêzên siyasî li Desteya Bilind a Kurd xwedî derkevin. Gelê Rojava pêwîstî bi hemü alîkariyê heye".
Şahî bi stranên Hozan Dîno, Nejman Sindî û Mansur Evîndar bi dawî bû.

 ANF/OSLO