Çalakiyên li Ewropayê, ku ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên lidarxistin, roj bi roj zêde dibin. Li gelek bajaran grevên birçîbûnê, mîtîng û meş tên organîzekirin.

DARMSTADT: Bi armanca xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî, mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînên li dijî girtiyên siyasî hatin şermezarkirin. Her wiha heyetek ji Meclîsa Jinan a Roza, ji bo agahiyan li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bide, partiyên siyasî ziyaret kir û dosya da wan.

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ji ber HBF meşekê dest pê kir. Di meşê de beşdarên konferansa bi navê “Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3: Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Avakirina Nûbûnê” amade bûn.

HANNOVER: Li Hannoverê jî, Kurdistanî û dostên wan ji bo bibin dengê berxwedana li zindanan, meşek lidar xistin. Çalakgeran ji ber Gara Trenê ya Navendî dest bi meşê kirin û ji kolanên qelebalix ên bajêr derbas bûn. Di meşê de tevî pêkhateyên HDK’ê, komên çep ên Elman jîa made bûn.

BONN: Kurdistaniyan, li Munsterplatzê kon vedan û li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê agahî dan û belavok belav kirin. her wiha dosya radestî saziyên çapemeniyê û rêxistinên mafên mirovan hatin kirin.

TROÎSDORF: Li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê, Meclîsa Gel û meclîsa Jinê ya Ekîn Wan li Kolnerstrasseyê konê agahdarkirinê vedan û belavok belav kirin. Çalakiyê heta saet 20:00 dewam kir.

KASSEL: Kurdistaniyên li Kassel û derdora wê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê meşiyan. Çalakvan li pêşiya postaxaneya navendî ya Kasselê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Piştî meşê li Frîedrîch Platzê mîtîngek hate lidarxistin.

NANTES: Li bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê, li ser banga KCD Rennesê, greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dest pê kir. 20 Kurdistanî li meydana Commersê ketin grevê û gelek belavok lê hatin belavkirin. Partiya Komunîst û Antî Kapîtalîstan jî destek dan çalakiyê.

PARÎS: Li paytext Parîsê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Normandiyayê, ev 4 roj in çalakiyên ji bo destekkirina grevên birçîbûnê dewam dikin. 

Li banliyoya Drancy a Parîsê meşek hate kirin. Meşê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Drancyê dest pê kir û heta ber avahiya şaredariyê dewam kir. 

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, çalakiya greva birçîbûnê di roja sêyemîn de bû. Doktorên Sînornenas, komeleyên mafên mirovan û organên çapemeniyê, çalakger ziyaret kirin.

ATÎNA: Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, greva birçîbûnê ya li meydana Syntagmayê didome.  

MALMO: Li bajarê Malmo yê li başûrê Swêdê bi heman armancê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang li raya giştî ya Swêdê hate kirin, ku li pêşberî zext, êrîş û komkujiyan bêdeng nemîne û bikeve nava tevgerê. 

STOCKHOLM: Li navenda bajarê Stockholm ê Swêdê, ji bo piştgirî ji girtiyan re bê dayîn doh greva birçîbûnê dest pê kir. Kurdistaniyan li meydana Sergelê, ku roja Înê êrîşa terorê lê bûbû, kon vedan û dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kirin.

DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollandayê greva birçîbûnê ya ji bo destekdayina grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê didomin, kete roja xwe ya çaran.

ROMA: Li paytexta Îtalya Romayê jî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo berxwedana zindanan kete roja 5’an. Çalakgeran bang li rayedarên Italî kirin da ku rewşa berxwedêrên li zindanan bişopînin şandeyekê bişînin girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê. 



 NAVENDA NÛÇEYAN