
Kemalîzade balkişand ser sûîkasta li hemberî Endamê Desteya Bilind a Kurd Îsa Huso û da zanîn ku hêzên ku destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ji xwe re wekî gefê dibînin û naxwazin ku Kurd li Rojava bibin xwediyê statuyek siyasî ev êrîşe pekanîne. Kemalîzade her wiha bang li tevayî Kurdan û hezên aştî xwaz yên herêmê û cîhanê kir ku ji bo komên çete li Rojavayê Kurdistanê dawî li êrîşên xwe yên hovane bînin destê xwe bêxin bin kevir de.
Kemalîzade da diyar kirin ku bi sedan sale gelê Kurd di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê ye û wiha got: "Dijmin û dagirkerên Kurdistanê tu caran rê nedaye gelê Kurd ku ew jî weke hemû netewên cihanê bi awayek azad li ser welatê xwe bijîn. Gelê Kurd di dîroka xwe de hertim ji aliyê dijmin û neyarên xwe ve zulim lê hatiye kirin. Lê gelê Kurd hertim li hember vê zulm û zordariyê berxwedaye û ji bo azadiya xwe têkoşaye."
Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade di berdewamê de polîtîkayên dijminên Kurdan bibîranî û wiha pêde çû: "Dijminan bi politikaya 'belavke, parçeke û rêvebibe' Kurdistan kirin çar parçe û her parçeyek li ser berjewendiyên xwe weke xelatekê dan welatekê. Lê piştî derketina şoreşa azadiya Kurdistanê têkoşîna gelê Kurd ket qada navnetewî û di encama berxwedan û kedek mezin ya têkoşerên azadiya Kurdan de, gelê Kurd gihişt asta herî bilind ya bidestxistina destkeftiyên xwe yên netewî. Îro em temaşe dikin, li Başûrê Kurdistanê statoyek ya siyasî heye, li Rojava bi berxwedana gel û hêzên çekdar yên YPG'ê ber bi statuyekê ve diçe û ya herî girîng li Bakurê Kurdistanê pêvajoya aştiyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêngavên girîng têne avêtin. Nimûna vê ya herî berçav jî ewe ku niha Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê ji bo yeketiya xwe çêbikin xebaten Kongreya Netewî didin meşandin."
'Li Rojava derfeteke dîrokî heye'
Herwisa Kemalîzade diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê firsendek dîrokî ketiye destê gelê Kurd û gelê Kurdê Rojava jî ev firsende bi awayê herî baş û bi berhem bikaranî û gelek destkeftiyên netewî bi dest xwe ve anî. Kemalîzade, axaftina xwe wiha domand: "Lê bi riya welatên herêmê û welatên ku naxwazin gelê Kurd weke hemû gelên cihanê li ser xaka welatê xwe bi awayek azad bijî, êrîşî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê dikin. Malên Kurdan talan dikin û gelê sivîl ê Rojavayê Kurdistanê li ser navê îslamê bi riyên hovane û ji dervey pîvanên şer dikujin. Lê belê bila ew hêzên çete baş bizanin ku kiryarên ku ew dikin tu eleqeya xwe bi ola îslamê ve tuneye û bi awayek kurt dikarim bêjim kiryarên ne mirovîne."
'Polîtîkayên qetilkirnê bê encam in'
Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade balkişand ser sûîkasta li hember endamê Desteya Bilind a Kurd Îsa Huso û da zanîn ku ew hêzên ku ev êrîşe pêkanî tu carî nagihin armanca xwe û gelê Rojava û tevayî gelê Kurd di kesayeta şehîd Îsa Huso de wê xwedî li berxwedana Rojava derbikeve û xiyalên hezaran salan yê Kurdan ên ji bo azadiya Kurdistanê bicih bîne. Kemalîzade wiha got; "Îsa Huso 29 sale di nava têkoşîna netewî a gelê Kurd de ye. Heta niha zerer nedaye giyandarekê jî. Destê wî ne çûye çekê û hertim di nava siyaseta Kurd de bi awayek çalak cihê xwe girtiye. Lê mixabin komên çete yan jî hinek hêzên din ku ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê nerazîne û naxwazin Kurd li wê derê bibin xwedî nasnameyek, ev êrîşe li hember Îsa Huso pêkanîn. Lê em gelê Kurd wê hertim Huso di mejî û dilê xwe de jiyan bikin û xwedî li têkoşîn û bîranîna wî derkevin."
'Cihê xwe di şoreşê de bigirin'
Di bedewama axaftina xwe de Kemalîzade diyar kir ku xwîna Kurdên Sûriyê di Şoreşên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdisanê de heye û ji bo vê jî pêwîste Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê û dervey welat bi vê hestê tevbigerin û di hemû aliyan de deynê xwe yê netewî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bide û cihê xwe di têkoşîna Rojava de bigre.
Deriyê sînor vekin
Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade di dawiya axafina xwe de bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê kir ku dawî li politikaya xwe ya hember Rojavayê Kurdistanê bîne û wiha got: "Li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku destkeftiyên Kurdan ji destê wan werin girtin ji aliyê hêzên neyarên Kurdan ve bi riya komên çete êrîşên çekdarî yên bê sinor tên meşandin. Ev êrîşane li hember nasnameya Rojavayê Kurdistanê ye. Herêma Kurdistanê li cihê ku di dema germahiya şoreşa Rojava de alîkarî û piştgiriyê bide gelê Rojava derî li ser wana girtiye û bi awayek ne bi zanabûn be jî daxwaza dijminên Kurdan pêktîne. Herwiha gelê Başûrê Kurdistanê pir bi ola îslamê ve girêdayî ye û Hikumeta Herêmê û rêveberiyên din yên herêmê pêşengiya vî gelê musilman dikin. Lewra hem wek erkek netewiyê yê Kurd hem jî wek ferzek ola Îslamê divê Herêma Kurdistanê demek ji ya din zûtir, di meha Remezana pîroz de deriyê sinorê Rojava veke û tu car din wek amûrek siyasî bikarneyne."
DÎHA/HEWLÊR