Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku beşdarî çalakiyên li dijî êrîşên li hemberî Kurdan û destekkirina şoreşa Rojava bibin. YEK-KOM'ê destnîşan kir ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li demokasî û biratiya gelan e.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, çalakiyên Kurdistaniyan ên li Elmanyayê dewam dikin. Tevî meş û mîtîngên Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) û PYDK'ê, li bajarê Mannheimê ji bo du rojan wê grêva birçîbûnê pêk were.
YEK-KOM'ê bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna çalakiyan kir û bernameya vê hefteyê ya çalakiyan bi vî rengî eşkere kir:
MANNHEIM: Di 28-29'ê Tebaxê de wê li qada Paredeplatzê çalakiya grêva birçîbûnê ya du rojan were kirin. Grêv wê di 29'ê Tebaxê saet di 19'an de bi mîtîngekê bi dawî bibe.
DUISBURG: Di 30'ê Tebaxê roja Înê de meş û mîtîngekê bê lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Yekitiya Hêzê ya Demokratîk ve tê organîzekirin, wê saet di 16'an de li ber Hauptbahnhofê destpê bike. Kurdistanî û dostên wan ên ji Essenê jî wê piştgiriyê bidin çalakiyê.
NURNBERG: Di 31'ê Tebaxê roja Şemiyê saet di 15.00 de wê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Meşê saet di 15'an de li qada Annapark-Maffeinpllatz'ê destpê bike.
STUTTGART: Di 31'ê Tebaxê roja Şemiyê de, wê meş û mîtîng bê lidarxistin. Meş ji aliyê Yekitiya Hêzê ya Demokratîk ve tê organîzekirin û wê ji Lautenschlagerstr saet di 16'an de destpê bike.
DARMSTADT: Di 31'ê Tebaxê roja Şemiyê de wê mîtîngek bê lidarxistin. Mîtîng wê saet di 16'an de li qada Luisenplatzê destpê bike.
DORTMUND: Wê ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhaê ku ji aliyê saziyên Elman ve di 31'ê Tebaxê roja Şemiyê de tê lidarxistin, Kurdistaniyên li NRW dijîn wê ji bo Rojava beşdar bibin.
HAMBURG: Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Yekitiya Hêzê ya Demokratîk di 31'ê Tebaxê roja Şemiyê de meş û mîtîngekê lidar dixe. Meş wê li ber stasyona Dammtor saet di 14'an de destpê bike.
BERLÎN: Di 7'ê Îlonê de wê ji aliyê Platforma Organîzasyon û Saziyên Kurd ên Piştgiriya bi Rojava re, meş û mîtîngek bê lidarxistin. Meşê saet di 13'an de li qada Hermanplatz destpê bike.
BREMEN: Di 7'ê Îlonê de bi beşdariya Kurdistaniyên ji Oldenbûrg û Lohnê wê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Platforma Organîzasyon û Saziyên Kurd ên Piştgiriya bi Rojava re jî wê destekê bide çalakiyê.
HANNOVER: Di 7'ê Îlonê roja Şemiyê de wê bi piştgirî û beşdariya Kurdistaniyên li Salzgitter, Peine, Hildesheim û Kasselê meş û mîtîng pêk were. Platforma Organîzasyon û Saziyên Kurd ên Piştgiriya bi Rojava re jî wê piştgiriyê bide çalakiyê. 

BERLÎN 




Ji hikûmeta Almanyayê pirsa Rojava

Partiya Çep (Die Linke) ya li Meclîsa Federal xwedî 75 parlamenteran e, der barê rewşa li Rojavayê Kurdistanê de pêşniyarpirsek pêşkêşî meclîsê kir. Di pêşniyarpirsa bi mora Serokê Koma Partiya Çep a li Parlamenta Federal Gregor Gysi de, ji hikûmeta bi Serokwezaretiya Angela Merkel rewşa Rojava hat pirsîn. Di pêşniyarpirsê de, li gel bibîrxistina rewşa li Rojavayê Kurdistanê ev pirs hatin kirin:
- Ji Tîrmeha 2013'an û vir ve der heqê rewşa li bakurrojhilat û bakurê Sûriyê ku Kurd lê dijîn, hikûmet xwedî çi agahiyan e?
- Hikûmet xwedî agahiyan e ku ji Tîrmeha 2013'an û vir ve kîjan kom êrîşî herêma Kurdan a li bakurê Sûriyê dikin?
- Haya hikûmetê ji armancên siyasî yên van koman heye? Kîjan ji van koman di lîsteya rêxistinên terorîst ên YE, DYE û NY de cih digirin? Endamên van koman ên ne ji Sûriyê hene?
- Di nava komên mijara gotinê de, cîhadvanên ji Elmanyayê çûne hene? Hikûmet xwedî agahiye ku ev kom ji aliyê Artêşa Sûriyê ya Azad ve tê rêvebirin? Haya hikûmetê heye ku li heêma Raqqa ya bakurê Sûriyê plan tê kirin ku dewleta Îslamî bê avakirin?
- Haya hikûmetê ji komkujiyên giştî, revandina sivîlan û bikaranîna sivîlan di pevçûnan de heye?Di navbera 31'ê Tîrmeh û 1'ê Tebaxê de li Til Eran û Til Hasilê çiqas mirovên sivîl hatin kuştin? Her weha der barê komkujiyan de çi agahî hene?
- Haya hikûmetê ji civîna fermandarên Artêşa Sûriyê ya Azad a 26'ê Tîrmehê li Dîlokê heye? Di vê civînê de biryar hat dayîn ku piştgiriya çekan ji El Nûsra re bê dayîn?
- Hikûmet dizane ku komên cîhadî yên mîna El Nûsra ji nava sînorên Tirkiyê derbas dibin û êrîş dikin? El Nûsra ji hêzên ewlekariya Tirk ve piştgirî dît? Agahî hene ku êrîşkarên birîndar li nexweşxaneyên Tirk tên dermankirin?
- Rast e ku ji destpêka meha Tebaxê û pê ve 180 endamên El Qaîdeyê ku piraniya wan welatiyên Îngilîzin li ser Stenbolê derbasî Sûriyê bûne? Haya hikûmetê ji kîjan nêrînên hikûmeta Tirk a der barê El Nûsra de heye?
- Der barê rewşa herêma Kurdan a li bakurê Sûriyê de, çi agahî gihaştine navenda parastina hewayî ya NATO ku artêşa Elman serkêşiya wê dikin û li Tirkiyê ye? Tengezarî û pevçûnên li herêmê ji aliyê vê komê ve tê zanîn?
- Ji Tîrmeha 2013'an û pê v, piştî pevçûnên li herêma Kurdan destpê kirin, hikûmet ji bo Yekitiya Ewropa alîkariya însanî bişîne ket nava tevgerê, dikare bikeve nava tevgerê? Der barê pêkanîna alîkariya însanî de çi agahiya hikûmetê heye? 

BERLÎN