Çalakiyên rûreşkirina dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û çeteyên wê li Rojavayê Kurdistanê li gelek bajarên Elmanyayê dewam dikin; peyama sereke jî bêdeng nemînin e.
Yek ji çalakiyên dostên Kurdistaniyan ên Elman boykotkirina Tirkiyeyê ye. Di vê çarçoveyê de li balefirgeha Koln-Bonn û ya Lepzigê gîşeyên THY´ê hatin bloke kirin û pankartên rûreşkirinê hatin hildan.
Çalakgerên Elman di çalakiyên boykotkirina Tirkiyeyê de peyama “ticareta bi Tirkiyeyê re mirovan dikuje” didin û di çalakiyên xwe yên li dijî THY´ê de jî dibêjin, “Kî bi THY´yê bifire, piştgiriyê dide qirkirinekê.”
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek deverên dinyayê zêde dibin. Çalakiyên îtaetnekirina sivîl ên boykot û blokekirina kirina Rêyên Hewayî yên Tirk jî li Elmanyayê her diçe belav dibin. Li balefirgeha Leipzigê dostên Elman ên Kurdistaniyan ev çalakî kir; li balefirgeha Koln-Bonnê Kurdistaniyan û dostên wan bi hev re got, ticareta bi Tirkiyeyê re mirovan dikuje. Wekî din li bajarên Elmanyayê Heilbronn, Mosbach û Frankfûrtê çalakiyên şermezarkirinê dewam kir.
Li Heilbronnê bi mîtîngekê dagirkeriyan dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê hat rûreşkirin. Bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de der barê komkujiyên ku dewleta Tirk dike belavok hatin belavkirin.
Li Mosbachê bi mîtîngekê êrişkariya qirker a dewleta Tirk û çeteyên wê hat şermezarkirin. Gelek dostên Elman ên Kurdistaniyan jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker ji Rojava bang li aliyên peywendîdar hat kirin.
Li Frankfurtê jî di dema çalakiya Rojên Filmên Tirk de çalakiyeke şermezarkirinê çêbû. Kurdistanî tevî dostên xwe li ber salona ku film lê bên nîşandan, civiyan û çalakiyek kir. Di çalakiyê de bi gotina dirûşman dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin.
Tirkiyeyê boykot bikin
Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk, aktîvîstên Elman li pêşiya şirketên Tirk ên li balafirgeha Koln-Bonnê çalakiyek kir. Çalakî li pêşiya şirketên Tirk pêk hat.
Çalakî di çarçoveya kampanyayên #womendefendrojava û #riseup4rojava de pêk hat.
Li balefirgeha bajarê Leipzigê jî gîşeyên Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) hat blokekirin. Ev çalakî jî di çarçoveya çlakiyên #riseup4rojava de pêk hat. Di çalakiyê de hat bibîrxistin ku THY balefirên li Rojavayê Kurdistanê mirovan dikujin, tamîr dike. Wan got, “Kî bi THY´yê bifire, piştgiriyê dide qirkirinekê.” Peyama sereke jî ev bû: Ticareta bi Tirkiyeyê re mirovan dikuje.
NAVENDA NÛÇEYAN