
Kurdan li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li axa Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Pêr jî bi pêşengiya PYD a Hambûrgê, li kolana Jûngfernstîeg a li navenda bajêr Kurd li hev civiyan û mîtîngek lidar xistin. Berdevkê PYD a Hambûrgê Cîhan Fettah û Berdevkê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû li mîtîngê axivîn. Fettah da xuyakirin ku komên çete ji 5’ê Sibatê û vir ve bi fermandariya artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî gundên Kantona Efrînê dikin. Fettah bibîr xist ku dewleta Tirk ji sala 2015’an û vir ve bombeyan li Rojava dibarîne û sivîlan dikuje.
Fersoglû jî da zanîn ku Kurd beşeke girîng a Bakurê Sûriyeyê kontrol dikin û bi desteka koalîsyonê hewl didin Reqayê rizgar bikin. Fersoglû bal kişand ser gef û êrîşên artêşa Tirk ên li dijî Kurdan û xwest, Tirkiye bi lezgînî ji Rojava derkeve. Fersoglû ji hikûmeta ELmanya û dewletên Yekîtiya Ewûpayê jî xwest, ku desteka xwe ya ji bo rejîma Tirk a faşîst bisekinînin û piştgiriyê bidin yên li herêmê li dijî çeteyan têdikoşin.
HAMBÛRG