ALADDİN SİNAYİC / BRIGHTON
Li bajarê Ingilîstanê Brightonê Yekîtiya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) kongreya xwe ya salane li dar xist. Di dema kongreyê de qederê hezar delegeyî di civata giştî de resmên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirt. Di heman demê de li ser ekrana dêw resmê Ocalan, nivîsa ji Ocalan re Azadî û peyama aştiyê ya Ocalan hat nîşandan. Serokê Giştî yê TUC´ê Mark Serwotka Ocalan weke serokê tevgera aştiyê ya Kurd da nasîn û wiha banga piştgiriyê kir: “Niha dema piştgiriya bi Ocalan û gelê Kurd re ye.”
TUC 48 sendîkayan dihewîne û nûneriya 5.5 milyon kedkaran dike. TUC di sê kongreyên xwe yên dawî de her banga azadiyê ji bo Ocalan dike.