Şanoya Kurdî ya bi navê “Bûka Baranê”, sê rojan li salona Şems a bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hat lîstin û rastî eleqeyeke mezin a Kurdan û mirovên hunerhez hat.
Li Ûrmiyê piştî 10 salan çalakiyeke bi vî hawî ya çandî diqewime. Herî dawî di 2005’an de şanoyek bi Kurdî hatibû pêşandan.

Şanoya “Bûka Baranê”, ji aliyê derhêner, lîstikvan û nivîskarê Kurd Resûl Bangîn ve hatiye nivîsandin. Hunermendên bi navê Şebnem Yûsifî, Sîma Nezerî û Îlham Heyderiyan lîstika şanoyî li ser dikê bi aktoriya xwe bi gewde dikin.

Resûl Bangîn li bajarê Şino ji dayîk bûye lê li Ûrmiyê dijî. Bangîn, Serokê Enstîtuya Ehmedê Xanî bû lê enstîtu ji aliyê rêjîma Îslamî ve hat girtin.



Naveroka şanoyê

Şanoya ‘Bûka Baranê’ şanoyeke kevnar e û kesayeta mîtolojîk a Kurdan “Bûka Baranê” zindî dike. Di mîtolojiya Kurdan de Bûka Baranê yek ji xeyalên wê yên herî mezin ew bûye ku bi Baranê re bizewice. Ji bo wê jî her sal bi Baranê re dizewice û xêr û bereketê tîne ser sifreya xelkê.

Bûka Baranê ji bo daristan, av û tevahiya xwezayê û hemû kesên ku ji wan hez dike, xwe feda dike. Di şanoyê de Bûka Baranê hêviyekê dide ku ger zarok careke din helbesta baranê bixwînin û wê bibîr bînin, ew ê dîsa vegere. 


 ÛRMIYE