Di sala 1865'an de lîstika "Yergu derov dzara mi" (Uşakekî xwedî du enefdî) nivîsand. Piştî 4 sal şûnde lîstika Dirankêşê Şerqê ku promiyera wê 120 sal şûnde hate kirin nivîsand. Lîstika "Adamnapuyjn Arevelyan" (Dirankêşê Şerqê) li ser zewaca xwazgînî û kevneşopiyê civaka ermenî radiweste. Baronyan, di sala 1891'an de jiyana xwe ji dest da û li gora ermeniyan a li Stenbolê hate definkirin. Pişt re goristana wan hate talankirin. Niha gora wî ne diyar e li ku ye. Baronyon ku di serdema Osmaniyan de pir navdar bû, lîstika wî piştî 120 salan şûnde nû derdiket ser dikê û hate lîstin. Lîstika Dirankêşê Şerqê li Şanogeriya Bajar a Stenbolê derket ser dikê û hate pêşhezyaran. Lîstika ku Bogos Çalgicioglu wergera wê kiriye, derhêneriya wê jî Engîn Alkan dike.

Bîrdoziya fermî 
Derhêner Engîn Alkan, anî ziman ku dema wan çend meh berê li kovara Mimesîsê li ser jiyana Hagop Baronyan lêkolîn kir rastî vê lîstikê hatin. Alkan, da zanîn ku piştî wî pirtûka li ser niviskar xwend dit ku ev lîstik heye û wiha got: "Ev yek xuyşa dike ku Bîrdoziya fermî ew qas ji çanda xwe dûr ketiye. Alkan, anî ziman ku kevneşopiya ermeniyan a ji şanoya tirk ne cuda ye û wiha got: "Di sedsala 19'mîn de xwendin û lêkokîn bêtir li ser ermeniyan pêş ketibû. Dê demê pirsgirêka misliman û nemisilman, jin û mêr hebû. Wê demê ermeniyan di pêşketina şanoya Osmani de pêşengî kiribûn. Lê dema em îro dinerin qet behsa ermeniyan nayêkirin. Ev lîstika Dirankêşê Şerqê ji bo vê yekê mînakek gelek baş e."
Alkan, anî ziman ku di dîroka bi hezar salan de koka çandê gihiştiye hev û bi hev girêdayî ye. Alkan, bilev kir ku li gel vê yekê ev çand hatiye jibîrkirin û rastî tecawizekê hatiye û wiha pêde çû: "Em dixwazin vê çanda hatiye jibîrkirin û rastî tecawize hatiye ji nûve zindî bikin û derxin ser dikê. Her çend 120 salan dereng mabe jî em dixwazin zindî bikin. 3-4 salan derg bimîne asayî ye, lê lîstikek 120 salan bê ji bîrkirin sosret e. Divê pirsên ev nivîskar û hunermendê navdar û pî û porê osmaniyan bû çima hate ji bîr kirin bê pirsîn. Ji ber ku ermenî tên wêderkirin.

Alkan, anî ziman ku wan li ser vê lîstikê nêzî 5 mehan xebat meşand û gelek aliyê wê li gorî demê nû kirin. Alkan, bilev kir ku niaviskar Hagop Baronyan ermeniyekî navdar e û ji aliyê cîhanê ve tê naskirin. Alkan, bilev kir ku li Erîwane li ser nave wî NAvenda Çandê hatiye avakirin.

DÎHA-STENBOL