Piştî ku artêşa Iraqê û Haşdî Şabî di 17’ê Cotmehê de Kerkûk û  herêmên bi nanok kontrol kirin, cara yekem partiyên Başûrê Kurdistanê civiyan û rewşa herêmê gotûbêj kirin.

Civîn bi beşdariya nûnertiyên hemû partiyan li navçeya Karahîncîr a Kerkûkê pêk hat.  Partiyên Kurd daxwaz kirin ku li Kerkûkê wesayeta eskerî bi dawî bibe û polîtîkayên Erebkirinê bên sekinandin.

Her wiha gotin, pêvajoya xerakirinê rawestîne ku binpêkirina destûra Iraqê ye; ew yek fikir in ji bo karkirina encûmena parêzgeha Kerkûkê.

 

ROJNEWS/KERKÛK