
'Cenazeyê wî bi bombeyan perçe kirin'
Şahidê bûyerê diyar kir ku cendirmeyan der barê Şehmus Yilmaz de got 'Dema li herêma operasyonê cihê endamên PKK'ê nîşan dida pê li mamiyê kir û jiyana xwe ji dest da', lê ne wisa ye û Yilmaz ji aliyê Fermandarê Tabûra Komando ya Bîsmîlê Serbaz Î.C. ve piştî li gel 23 gundiyan hate binçavkirin 22 rojan rastî îşkenceyê hat. Şahid, anî ziman ku Piştî 22 rojan Yuksel birin 7'emîn Fermandariya Kolorduyê û ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest ta. Şahid, anî ziman ku cenazeyê Yuksel di navbera gundên Karaçolya û Zeko de definkirin û pişt re wekî di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabe nîşan dan. Şahid, anî ziman ku daxuyaniyên cendirmeyan derew in û Yilmaz di bin çavan de hatiye kuştin.
18 salan li edaletê geriyan
Birayê Yuksel Murat Yuksel, anî ziman ku wan di nava 18 salan de serî li gelek cihan dan lê heta niha encam bi dest nexistin. Murat Yuksel, anî ziman ku dema ew li leşkeriyê bû birayê wî di 1994'an de li gel 23 welatiyan hate binçavkirin û di bin çavan de hate windakirin. Yilmaz, destnişan kir ku birayê wî piştî li Tabûra Komando ya Bîsmîlê 22 rojan di îşkenceyê de hate hiştin birin 7'emîn Fermandariya Kolorduyê û li wir kuştin. Yilmaz, bilêv kir ku piştî birayê wî bi îşkenceyê kuştin birin zeviya nava gundê Karaçolya û Zeko û cenazeyê wî li wir bi bombeyan perçe kirin û wiha got: "Piştî ku birayê min li herêmê perçe kirin gotin 'Di operasyonê de dema cihê PKK'ê nîşan dida pê li mayinê kir û jiyana xwe ji dest dan' Bi îşkenceyê kuştin û birin li herêmê bi bombeyan perçe kirin."
'Bi zanebûn nîşan nedan'
Yilmaz, bibîrxist ku wî serî li hemû sazî û dezgehên dewletê yên fermî dan, lê dewletê cihê cenaze nîşanî wî neda. Yilmaz, bilev kir ku piştî lêgerîna wî welatiyekî ku cenaze defin kiriye agahî dane wî û cihe gora birayê wî nîşanî wî da. Yilmaz, da zanîn ku gotinên leşkerî dibêjin ne rastin û birayê wî bi îşkenceyê hatiye kuştin.
Yilmaz, anî ziman ku berpirsiyarê kuştina birayê wî Fermandarê Tabûra Komando ya Bîsmîlê Serbaz Î.C. ye û ji bo alîkariya hiquqi dê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bide.
DÎHA/AMED