Parlemetera Kurd Leyla Zana di Civata Giştî ya Meclisê de têkildarê Qanûna Rêxistina Sîxûrî ya Neteweyî mafê axaftinê girt û diyar kir ku din ava 5 mehan de tenê zimanê şerê sarê tê bikaranîn. Zana diyar kir ku her kesê ku radibe diaxive, yên din tehdîd dikin, yên ku behsa nêrînê xwe dike behsa tirsê dike, her kes hewl dide ku berê yê din bide girtîgehê. Zana wiha pê de çû: “Li vî welatî jixwe ev tişt hatin serê me. Ji serdema avakirina komarê heta niha têne serê me. Ev civak ji ber yek ziman, yek ol, yek nijad hate vê rewşê.”
Zana bal kişand ser gotinên helbestkar Azîz Nesîn yên wek ‘Em ji tirsên xwe ditirsin’ jî û ev tişt anî ziman: “Em bi xwe tirsên xwe diafirînin û piştre jî em ji van tirsên xwe ditirsin. Karê Xwedê ye, li bêbextiya dîrokê binêrin, tirk, Kurd, ereb, çepgir û rastgir ji bo xwe ji xezeba MÎT’ê rizgar bikin, hewl didan, niha jî MÎT hewl dide ku xwe bi qanûnekê rizgar bike. Sibe dê hinek kesên din jî vê yekê bikin.”
Zana da zanî ku di serdema AKP’ê de jî pêvajoyeke bi êş dest pê kiriye û bi lêv kir ku ger pirsgirêka Kurd tune bûya, dê îro mijar wê li ser çi bûya?. Zana bal kişand ser polemîkên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha derbirî: “Ev yek ji bo dahatuya me hemûyan heyf e. Em bêjin, me bi xwe, xwe qedand. Em ji bo nivşê dahatûyê tişta pêwîst bikin. Gelo mafê kê ye ku ev qas li vir devjeniyên şexsî bikin û vê derê ji bo vê devjeniyê bi kar bînin.”
Zana di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmeta AKP’ê kir û gotinê xwe wiha qedand: “Hûn ne bi ketina dîrokê re, bi nivîsandina dîrokê re rû bi rû ne. Ez weke welatiyeka vî welatî, weke Kurdek, weke aliyê bindest ê vî welatî, ez qebûl nakim ku hûn ji ber hevketinên navxweyî pêşiya vî welatî bigirin. Divê dewlet dest hevketinê berde. Pirsigêka Kurd pirsgirêka li ser pirsgirêkên siyasetan re ye. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin û hemû alî bêne bangkirin.”

ENQERE