
BÊRÎTAN SARYA / ANF / DÊRA ZOR
Ferhad Asman Casim piştî ku 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de jiya û li zindanê hate girtin, ji Dêra Zorê reviya û li Hesekê tevlî nava refên YPG'ê bû. Casim tevî hevalên xwe, berî mehekê gundê xwe yê li bakurrojavayê Dêra Zorê û malbata xwe rizgar kir.
Ferhad Asman Casim 33 salî ye û ji gundê Hamar El Alî yê Dêra Zorê ye. Ferhad Asman Casim ku beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê karker bû, piştî ku Dêra Zorê bi dorê kete destê Artêşa Azad û DAIŞ'ê, jiyan li wî herimî.
Piştî ku 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de jiya û li zindanê hate girtin, ji Dêra Zorê reviya û li Hesekê tevlî nava refên YPG'ê bû. Casim tevî hevalên xwe, berî mehekê gundê xwe yê li bakurê rojava yê Dêra Zorê û malbata xwe rizgar kir.
Em Casim li mala ku dayik, hevser, zarok û xizmên wî lê dijîn, dibînin. Mala Casim cihê şahî û kêfxweşiyê ye. Pêngav hê neqediya ye, lê belê tirs ji nava dilê wan derketiye. Jin bi kincên xwe yên rengîn û bi rûkeniya xwe me pêşwazî dikin. Jin tevî hevser û zarokên xwe bi kêfxweşî bi nîşaneya serketinê derdikevin pêşiya kamerayên me.
Esîrtiya li ber destê DAIŞ´ê
Casim wiha behsa zilma DAIŞ´ê dike: "Gelek zilm li gel dikirin. Kar di destê me de nema. Gelekî dest li jiyana me werdidan. Çi jin çi jî mêr, li her kesî didan.
Yekser diketin nava malên me. Ji me re digotin, 'Çima dayik, xwişk, hûn hemû bi hev re ne'. Mirov nikarîbû bi hevser û zarokên xwe re li kolanê bi hêsanî bimeşin. Dest li malbata mirovan jî werdidan."
Casim dibêje, "Berî sê salan ez ji Dêra Zorê reviyam, hatim Hesekê û ji bo ax û gelê xwe biparêzim, ji bo cîhanê ji DAIŞ'ê paqij bikim tevlî nava refên YPG'ê bûm. Min bihîstibû ku di nava YPG'ê de biratî û demokrasî heye, hemû sivîlan weke xwişk û birayên xwe dibînin û xw eji kesî mezintir nabînin. Ji ber vê yekê reviyam û tevlî nava YPG'ê bûm."
'Elhemdulilah wê baştir be'
Ferhad Aslan Casim hê di destpêkê de tevlî nava Pêngava Rizgarkirina Reqayê bû. Hê pêngava Reqayê bi temamî neqediyabû, tevî hevalên xwe yên YPG'yî tevlî nava Pêngava Bagera Cizîrê bû. Casim got, "Me berê xwe da Dêra Zorê ji bo ji qirêjiya DAIŞ'ê paqij bikin. Gel li benda YPG'ê bû ku bê û wan ji qirêjî û gemara DAIŞ'ê paqij bike. Bêguman hin zor û zehmetî derketin pêşiya me. Lê El Hemdûllîlah baş bû, baştir dibe."
'Em êdî ji tiştekî natirsin'
Dayika Ferhad Asman Casim, Anod Abdul Halef Casim jî got, êdî ti hikum li ser wan nîne û bi dilrehetî cixara xwe dikişîne. Dayik Casim dibêje, "Em niha baş in û dil rehet in. Berê jin nikarîbûn derkevin derve. Çeteyên DAIŞ'ê li gorî kêfa dilê xwe ew digirtin. Em niha kêfxweş in û dilrehet in. Em dikarin bi dilê xwe bigerin. Kes tiştekî ji me re nabêje. Em niha ji tiştekî natirsin."