Piştî 30 salan çandinî
Li Bêşebaba Şirnexê piştî 30 salan cardin li Komtik û Çiyayê Katoyê çandinî dest pê kir. Ê pêşengiya vê yekê kir jî Cahît Ozkan e. Ozkan ku par namzetê HDP’ê yê Şaredariya Bêşebabê bû, beriya hilbijartinê soz dabû welatiyan ku wê piştgiriya çandiniyê bike. Ozkan, li 10 donim erdê xwe yê li Çiyayê Komtikê dest bi çandiniyê kir û ji bo vê jî tevî zarokên xwe cihoka avê ya li herêma Çiyayê Katoyê ye û 12 kîlometre ye paqij kiriye û av aniye ser erdê xwe.
Ahmet Ataman ê 94 salî ku piştî 30 salan hat çandiniya hatiye kirin bi çavê xwe dît, pir kêfxweş bû.
Ataman got: ”Ji ber qereqolan kesî danetanî. Lê par Cahît (Ozkan) danî. Bi saya wî mirovên me li Çiyayê Katoyê çandiniyê dikin. Bila her kes bê çandiniyê bike, muhtacî kesî nebe. Par kesek bû. Îsal bû çend kes. Înşele wê sala bê her kes bike.” MA/ŞIRNEX