ZEYNEP DURGUT / MA/COLEMÊRG

Dewleta Tirk 30 sal berê gundê Îde vala kir. Niha gundî ji nû ve gund ava dikin.

Li Kurdistanê di  salên 90’î de li gel polîtîkayên qirkirinê li gundiyên kurd cerdevanî hatibû ferzkirin û bi dehan gundên ku şêniyên wan cerdevanî qebûl nekirin hatibûn valakirin û bi dehan gund jî hatibûn şewitandin. Bi valakirin û şewitandina gundan re koçeke mezin ji gundan ber bi bajaran ve dest pê kir û bi vê koçberiyê re polîtîkayên bişavtinê jî ketin dewrê. Yek ji wan gundên ku di salên 90’î de bi darê zorê hat valakirin jî gundê Îde yê girêdayî bajarê Colemêrgê ye. Gundiyên ku ji gundê xwe hatin koçberkirin, li gundê bi navê Dereva Seyîdan bi cih bûn. Gundî hê jî ji bo çandinî û bêrîvaniyê ji Dereva Seyîdan diçin Îdeyê. Lê niha hêdî hêdî li gundê xwe vedigerin.

Der barê gund de Meryem Ercag weha got: “Jiyana me pir xweş bû. Pezê me hebû, me çandinî dikir û me bi destê xwe debara xwe dikir. Em diçûn zom û zozanan.

Hêdî hêdî li gund avahî tên çêkirin. Lê di avakirinê de em zehmetiyê dikşînin. Ji ber ku di dema valakirina gund de ji gund gelek kes çûn Mersîn û başûrê Kurdistanê. Niha li gund 6 mal hatine avakirin.

Gundê me pir xweşe. Li her devera wî av diherike. Çavkaniyên avê li vir pir in. Her karekî me li vir e. Çandiniyê em li vir dikin. dema ku ji me kesek dimre em tînin li vir defin dikin. Em ji gundekî din tên gundê xwe. Li wî gundî tu karê me tune ye.