Di çarçoveya lêpirsîna hatibû destpêkirin de di Rapora Saziya Tiba Edlî ya der barê bûyeran de piştî 31 salan şopên îşkenceyê hatin dîtin. Her çend jî 30 sal bi ser derbas bûn jî, lê Prof. Dr. Velî Lok piştrast kir ku rêbaza ‘Sintîgrafî’ hatiye bikaranîn.
Di raporan de ziyanên îşkenceyê hatin tesbîtkirin kir û her wiha delîlên baş hatin bidestxistin. Hewldana 78’iyan ligel vê yekê da diyarkirin ku piraniya kesên li rastî van îşkenceyane hatine bi pirsgirêkên psîkolojîk re rû bi rûne, raporên ku der barê vê yekê de amade kirin pêşkêşê dozgeriyê kirin.
Dozgeriyê ji Wezaretên Dadê, Navxweyî û Parastinê lîsteya personelên di salên 1980-1988 de di girtîgehan de peywirdar bûn xwest. Di nava lîsteya ku Wezareta Parastinê şandiye de, 14 nav û li 22 navên ku mexduran dane tên, hate zanîn ku temamiya lîsteyê careke din hatiye xwestin. Prof. Dr. Velî Lok bi rêbaza sîntîgrafî bi kar anî û îşkenceya li kesên ku hatine girtin û piştre serbest hatine berdan kirin, piştrast kri.
Nunerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê yê Îzmîrê Lok der barê rêbaza Lok de wiha axivî:"Di sala 1989 de cara yekem em li rastî wê hatin. Di vê bûyerê de, kesek bi hinceta ‘ji zayîngehê zarok revandiye’ li rastî îşkenceyê hatibû. Lê tu têkiliya wê bi vê bûyerê re tune bû. Piştî ku me vê kesê muane kir, me dît ku îşkenceyên giran lê hatine kirin. Lê mixabin, vê xatûnê piştre jiyana xwe ji dest da. Ez dikarim bibêjim ji ber îşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest daye. Vê xatûnê berê 3 rapor ji nexweşxaneyê wergirtibû. Di van raporane de dihate gotin “îşkence nedîtiye.” Lê me piştre rapora xwe ya der barê îşkenceya lê hatiye kirin de da dadgehê. Dadgehê qebûl kir ku îşkence dîtiye. Lê xwest ku îşkenceya li jinê hatiye kirin bê pênasekirin. Lê ev yek ne gengaz e, ji ber çavên wê girêdabûn û piştre îşkence lê kirbûn. Vê kesê piştre serî li DMME’yê da û piştre Tirkiye mehkûm bû. Me vê yekê bi rêbaza sîntîgrafiyê dît.

Me îşkencekaran dexist dadgehê. Piştî wê jî kesên ji bo îşkenceya elektirîkê li wana hatibûn kirin jî serlêdan kirin, lê me piştrast kir ku rêbaza biyopsî hatiye bikaranîn. Em van hemû tesbîtan ligel tesbîtên psîkolojîk kir rapor û raporek xurt amade kir. Me navê alternatîf da vê raporê. Ji wê rojê ve xebatên me bi berfirehî berdewam dikin. Ev rêbazên me yên pêş xistine, ji aliyê navnetewî ve jî hate pejirandin. Me ji sala 1999 ve vê rapora xwe kiriye protoko û me li Cenewreyê pêşkêşê Neteweyên Yekbûyî kir.”

ANF/ENQERE