Ciwanmerd Kulek piştî çar romanan vê carê bi kitêbeke çîrokan derdikeve hemberî xwendevanan. Çar çîrokên ku wek çar şaxên çemekî diherikin, hevok bi hevok li nav meselên ku temenekî dewam dikin, tund û tûjiyên ku sînorên rasteqîniyê derbas dikin, kul û kederên jibîrneçûyî, neçarî, sosret û hesretên bêdawî digerînin. Çar çîrokên ku weku do û îro bi hev ve ne û ji hev cuda ne, di her temamkirin û pêhesandina hev de wêneyekî dî derpêşî me dikin û mirov nikare xwe ji hestkirina hijmetkariya li hember romaneke mezin ragire. Çîrokên ku çi di kêlî, kite û kurtedemên îroyîn de meseleyên sermedî û dûrûdirêj salix didin, çi jî ji raborî û mêjûyên dûr û kevn rewş û resma vê kêlî û demê radigihînin careke dî di bîra me tînin ku di binê her tiştî de çîrokek heye. Nivîskar bi hostayiyeke bilind şopa wê çîrokê digerîne.
AMED
Zindana Geverê bi Kurmancî derçû
Romana Selam Abdulla “Zindana Geverê” di nav weşanên Avesta de derket. Idrîs Farqînî roman ji Soranî bo Kurmancî wergerandiye. ‘Zindana Geverê’ Selam Abdulla bûyerên di vê romanê de ji serpêhatiyeke rast pêk tên. Lehengê romanê ku pêşmergeyek e, di sala 1978’an ji zindana leşkerî ya Kerkûkê direve. Bi qaçaxçiyan re derbasî Rojhilat dibe, ji wir jî dîsa bi qaçaxî di ser çiyayên di nav berf û seqemê de ku bi zehmetî ji mirinê difilitin tê Bakur. Armanca wî ew e ku di ser Bakur re derbasî Rojava bibe. Li nav “4 welatan” lê a rast li welatê xwe hertim bi dizî û qaçaxî digere. Li Geverê tê girtin, wî zindanî dikin. Dadgeh dixwaze wî teslîmî Iraqê bike, encama wê jî dardekirin e. Gerek e xwe rizgar bike, lê çawa? Selam Abdulla, di romana xwe de wêneyekî rêş û spî ê wê deme girtiye; bi çavdêrî û anekdotên balkêş, rewşa siyasî, civakî, tevgera millî ya Kurdî radixe ber çavan.
AMED