HÎWA MEHMÛD / ANHA / AMÛDÊ


Di 13’ê Mijdara 1960’î de ji bo xelkê navçeya Amûdê û tevahiya gelê Kurd şeveke pirr bi êş e; malek li Amûdê nema ku zarokeke wê şehîd an jî birîndar nebûbû.

Rêjîma serdest a Sûriyeyê di vê rojê de bi darê zorê hişt ku şagirtên dibistanên seretayî yên bajarê Amûdê biletên filmeke ji bo piştevaniya şoreşa gelê Cezayîrê ya li dijî Fransayê bikirin, li vê filmê temaşe bikin.

Rapor û lêkolînên derbarê Komkujiya Sînemaya Amûdê de, dibêjin ku ev komkujî armanceke xwe ya siyasî hebû ku pê derbeyekê li gelê Kurd bixînin û nifşekî sax bi temamî ji holê rakin.

Kesên ji şewata agirê sînemayê xelas bûne behsa wê şevê dikin, dibêjin, 3 deriyên sînemayê hebûn, û hundirê wê de bîreke avê jî hebû, piştî ku zarok derbasî hundir bûn her sê derî li ser wan hatin girtin.


 

Birîneke 57 salan a nakewe

Dema ku agir bi sînemayê ket, zarok ber bi deriyan ve reviyan lê hemû derî girtî bûn. Hinan ji wan xwe di ser dîwarê sînemayê re avêt aliyê din û xelas bûn. Hin zarokan jî xwe avêt bîra avê da ku ji şewatê xelas bibin, lê ji avê xelas nebûn û di bîrê de xeniqîn.

Xelkê Amûdê bi qêrîn û hawara zarokên xwe ve çû û deriyê sînemayê şikandin û gelek zarok xelas kirin. Yek ji efsaneyên sînemaya Amûdê Şehîd Mihemed Seyîd Axa Deqorî ye ku wî bi xwe hejmareke mezin a zarokan ji nava êgir xelas kir. Mihemed Seyîd Axa Deqorî piştî ku zarok xelas kirin, stûnê derî bi ser wî de hate xwarê û jiyana xwe ji dest da. Bi giştî di Komkujiya Sînemya Amûdê de herî kêm 283 kes şehîd bûn.

Li Amûdê ji bo bîranîna vê komkujî û felaketa mezin bîrdariyeke hatiye avakirin ku têde wêneyên zarokan û wêneyekî mezin a ê Mihemed Syîd Axa Deqûrî jî hatine bicihkirin.

Doh bi rasthatina rojê, Mihrîcana Filman a Rojava jî destpê kir ku wê heta 17´ê mehê dewam bike.