Balafirên şer ên artêşa Tirk doh êvarê li Kortek a Binarê Qendîlê êrişî 2 wesayitên sivîlan kir. Di encamê de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker careke din xelkê sivîl kir hedef û li Kortek a Binarê Qendîlê komkujî pêkanî. Balafirên şer ên artêşa Tirk doh êvarê li Kortekê êrişî 2 wesayitên sivîlan kirin. Di encamê de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn. Navê kesên şehîd wiha ne: Abdulla Alî Mîne (53), Kurdistan Abdula (30) û Heryad Abdula (19). Navê çar kesên birîndar jî wiha ne: Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula, Rabî Mihemed.
Ev ne komkujiya yekê ye
Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk 21’ê Tebaxa 2011’an jî bombe li wesayiteke sivîlan a li qada Kortekê barandibû û yek jê pitik, du jê zarok, yek jê jin heft kes ji malbatekê kuştibûn. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da Solîn a heyşt mehî bû.
Dewleta Tirk herî dawî 26’ê Hezîranê bombe li qada Goşîne ya herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê barandin û sivîlek qetil kirin sê sivîl jî birîndar kirin.
Nebe hevkarê sûc
Li bajarokê Çarqurne ji bo şehîdên Kortekê sersaxî tên qebûlkirin. Ji hemû bajar, navçe û gundên Başûrê Kurdistanê welatî berê xwe didin konê sersaxiyê û xema malbatê parve dikin. Xelqê herêmê bi tundî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî sivîlan şermezar kirin û bang li hikûmeta herêmê kirin ku dawî li bêdengiya xwe bîne û nebe hevkerê sûcê dewleta Tirk.
Li şûna şermezar bike behsa tazmînatê kir
Piştî komkujiyê qeymeqamê navçeya Pişder a ser bi îdareya Raperîn ve daxuyaniyek da. Qeymeqamê Pişder Bekir Bayîz li şûna ku komkujiyê şermezar bike behsa tazmînatê kir. Qaymeqam dibêje; “Me rêveberên xwe agahdar kirine. Hemû bûyerên ku li vê herêmê pêktên, peywendiya xwe bi siyaseta Hikumeta Herêmê ve heye. Daxuyaniyên siyasî weke qeymeqam ne karê me ye. Ya ku me eleqeder dike, em ê ji bo tazmînat were dayîn hemû rêyan bikarbînin.
Tevgera Azadî bêdengî şermezar kir
Tevgera Azadî jî bi daxuyaiyeke nivîskî bêdengiya destilata Herêma Kurdistanê ya hemberî êrişan şermezar kir û got, “Ev gelek care dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê, êrişî xelkê sivîl dike û komkujiyan dike. Rojane xelkê sivîl dibin qurbanê êrişên şerxwaz yên faşîst Erdogan. Cihê xemginiyê ye ku heya niha ji aliyê Hikumeta navendî û desthilatdariya Hikumeta Herêma Kurdistanê ve ti helwestek nehatiye nîşandan. Em bang li hemû xelkê dikin da ku xwedî helwest bin.
Dengê xwe bilind bikin
Şaxê Soran ya Yekitiya Lawanî Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê bang li Hikumeta Herêma Kurdistan, Iraq û raya gitşî kir da ku li dijî komkujiya artêşa Tirk dengê xwe derxin. Endamê rêveberiya YNK’ê Westa Resul jî got, dijminê gelê Kurd li hemberî Kurdan yek in, ji bo wê pêwîst e ku Kurd jî li hemberî dijmin yek bin. Em bêdeng namînin, em ê bêdengiya her aliyekî siyasî ya li hemberî vê karesatê bi xirabî bi nav bikin.” Parlamenterên fraksiyona Komele û Yekgirtûya Îslamî jî êrişa balafirên artêşa Tirk ya li ser welatiyên sivîl şermerezar kirin û bang li Bexda û Herêmê kirin da ku xwedî helwest bin.
NAVENDA NÛÇEYAN