Di komkujiya Pirsûsê de argumentên cûda derdikevine holê.
Ji bo komkujiya bêbext, pirsên kê kir, çawa kir ne giring in, pirsên çima û ji bo çi hate kirin û daxwaz çibû giring in. Ji ber ku komkujiya bêbext sinor derbas kirin, li Tirkiyê dewlet, parlamento û hiquq Erdogan e û di Qesra Stêrikî de aktoriyek baş dilîze. Her roj, diaxive û rojevê diguhere, berê komên xelkê dide devereke din û planên xwe yên qirêj dike pratîkê.
Berî niha jî min got, siyasetmedarên Kurd nikarin bi hişmendiya Behlûl-î Dana tevbigerin. Hişmendiya Behlûl-î Dana jî, hêrsa tolhildana bendûberberiyê jî dikare ziyanê bigihîne destketiyên Kurdan û eniya demokratîk.
Komkujiya li Pirsûsê dijwar bû, planekî stratejîk bû û bandorek mezin jî kir.Dikare bibê davikek xerabtir.
Piştî komkujiyê, di ekranên televiyoznonên Tirk de, mirovên balkêş derketin holê. Pirraniya wan rojnamevanên li Suriye kar dikirin bûn. Krîpto rojnamevan. Teva jî, boriya Erdogan lêdidan. Yanî teraneya demên berê dubare kirin û dikin. Dixwazin PKK’e û çeteyên DAIŞ’ê di yek kefikê de nîşan bidin. Bi vî rengî dixwazin, şerê li dijî DAIŞ‘ê ber bi PKK’e biguherin. Xala sêyemîn jî, dixwazin eniya hevkar ya 7’ê Hezîranê, parçe bikin. Kurdan tenê bihêlin.
Kujer, ji Çewlikê derket û medya mehmetçîk-duopolîst, vê yekê baş bikar tine. Di nava du rojan de, gelek “teorisyenên krîpto” derxistin holê. Serî tevlîhev kirin. Divê Kurd, ji “texmînên spekûlatîf” û guhdariya teorîyên “hebanka pifdayî” dûr bikevin. Divê di arena siyasî ya navneteweyî de karekî ciddî bimeşînin. Stratejisyen, pispor û teorisyenên ku doh li ser PKK’ê dosya amade dikirin, îro li ser DAIŞ‘ê û têkiliyên bi Tirkiyê re amade dikin.
Divê navnîşana serxweşiya Pirsûsê jî nebê Erdogan.
Komkujiya li Pirsûsê dikare bibe sedema siyasetên cûda. Ev êrîş bikêrî kê hat û kî dixwaze çawa bikar bîne. Ev pirs giring e. Piştî êrîşên li avaniyên HDP û mitinga li Amedê, komkujiya Pirsûsê, encama planekî çawa bû?
Ciwanên sosyalîst, ji navnîşana derketin û heta gihane Pirsûsê di bin kontrola polis û MÎT’ê de bûn. Li Pirsusê jî dibin kontrolê de bûn, lê kujer bi rehetî kete nava wan û kesî jî gumanek nekir. Ev mijar hêjeyî lêpirsînê ye.
Ji ber ku Erdogan û zadeganên li dora wî, bi komkujiyê re, di roja yekemîn de dest bi propagendê kirin. Derfetên dîplomatîk bikaranîn, amur û alavên polîtîk bikaranîn. Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, bi saetan li walîtiya Rihayê hevdîtin kirin û piştre derkete pêşberî medya. Bi devê Erdogan axivî. Mina Erddgan û Dawudoglu, propagendeya terorê (!) kir. Armanca teva, ne terora DAIŞ’ê ye, dixwazin PKKe bikin devê topê.
Erdoganê ku bi dehan car got, ji kesên ku xwe misilman nîşan didin terorist dernakevê, niha dibêje DAIŞ terorist e. Ev ne tenê alîstina tifê ye, vegotinek starejîk e û li gorî planekî diaxive.
Tê zanîn, Erdogan, berî niha planê A û B kirin pratîkê. Îro jî, plane C dike pratîkê.
Armanc, têkbirina statuya Kurdan e û daxwaza herêma temponê ye. Rewşek û hewayek wiha didine hêzên navneteweyî bêjin. Mîna bêjin; “bêyî Tirkiyê, Suriye û Rojhilata Navîn aram nabe, pêwistî bi herêma tempon heye.”
NATO jî di nav de, hêzên navneteweyî jî baş dizanin ku “darikê hewdelê” Tirkiyê ye. Ha ha pîkolê dike û terora li herêmê xurt dike.
Tirkiyê û Erdogan wê hewl bidin ku komkujiya Pirsûsê bikin firseta mudaxeleya Rojava û statuya Rojava berteref bikin. Planê C jî ev, hinekî şerê li Bakur e. Pêşî li Kobanê, piştre li Bakur û gav bi gav gihane komkujiya Pirsûsê. Çeteyên din, wek Eniya Islamî jî dikarin li Helebê, Girê Spî û Hesekê bikin nava hewldanan.
Tirk, hêdî hêdî ber bi tevlîbûna Koalisyona Navneteweyî diçe û dikare “emr-î waqayekê” jî bike û bikevê Rojava.
Komkujiya li dijî ciwanên sosyalîst, ku piraniya wan ji gelên cûda, bajarên cûda yên Tirkiyê ne, dikare bibê amûrekî dijwar. Erdogan û zadeganên wî, MÎT û dîplomasiya Tirk wê argumana êrîşa li dijî Tirkiyê bikin rojevê. Yanî mudexele, direk leşker û herêma ewlekariyê bikin rojevê. Berî niha jî, bombekirina Gora Suleyman Şah jî di nav de, serî li gelek riyan dan. Lê NATO, Emerîka, Rusya ev plan red kirin. Niha firset e. Dest bi “hawar û alarma yekîtiyê” kirine, piştre wê teraneya êrîşa li dijî Tirkiyê bînin rojevê. Wê êrîşê meşrû bikin.
Komkujî mezin e û hesabekî dîrokî ye. Dikarê, rê li ber kiryarên fahîş jî veke. Erdogan û zadeganên wî, MÎT ji bo vê jî amade ne. Divê tecrîd rojekê berî rojekê were şikandin û trafîka li Imralî biçê û were. Li Imralî çi bûye çi nebûye kes nizane. Îhale mezin e, tolhildanek dîrokî û şikestinek sosyolêjîk heye li holê.