Li bajarokê Til Koçer bi salan e welatiyên Kurd û ereb bi hev re dijîn. Di 9’ê Sibata 2015’an de bi piştgirtiya Yekitiya Starê, Weqfa Jinê ya Zanist û Perwerdeyê hate vekirin. Rêveberên Weqfê diyar kirin ku beriya ku weqf bê vekirin li herêmê li dijî jinan şidet di asteke bilind de bû û gotin, pîştî ku weqf hate vekirin şideta li dijî jinê kêm bûye.
Niha Weqf ji aliyên 3 rêveberên ji hemû pêkhateyên bajarok û gundewerên wê ve tê birêvebirin û gelek komîteyên girêdayî Weqfê yên weke; Komîteya Lihevanînê, Komîteya Perwerdeyê , Komîteya Arşîvê, Komîteya Darayî û Komîteya Aborî hene.
155 doz hatin weqfê
Yek ji rêveberên Weqfa Jinê Ehlam Mihemed diyar kir ku di 8 mehên dawiyê de derdora 155 dozî hatine weqfê û piraniya wan di çarçoveya weqfê de hatine çareserkirin. Her weha hin doz ji aliyê peywendîdar re hatine şandin û 18 doz jî hîna tên lêkolîn.
Ehlam Mihemed da zanîn ku piraniya dozên ji weqfê re hatine, girêdayî dozên şideta di nava malê de, gengeşeyên malbatî, zewaca di temenê biçûk de, pirrjinî û her wekî din in. Ji ber ku weqf ne saziyeke dadwerî ye, pirsgirêkên tên weqfê bi riya komîteyên lihevhatinê tên çareserkirin.
Kar bi pirsgirêkan sînordar nîne
Her weha karê weqfê tenê bi çareserkirina pirsgirêkan re sînordar nîne; bi rêya organîzekirina serdanên malbatan, amadekirina semînerên girêdayî mafên jinê û belavkirina hişmendiya jiyana hevbeş ew hewl dide tundiyê kêm bike û sînorekî ji diyardeyên tundiyê re deyîne. Ji bo vê jî endamên weqfê serdana gund û taxên bajarok dikin û civînan ji jin û zilaman re li dar dixin.
KELSÛMA ALÎ/ANHA/GIRKÊ LEGÊ