Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî 226 rojên hilbijartina parlamenê ji bo namzetiya serokê herêmê deriyê xwe vekir. Hêzên siyasî li hev kirine ku Nêçîrvan Barzanî bibe serok.

Di civîna Desteya Serokatiya Parlamena Herêma Kurdistanê ya doh de, ji bo miracaetên namzetiya serokê Herêma Kurdistanê, sê roj nohlet hat diyarkirin. Di nava van sê rojan de kesên bixwazin bibin namzet, dikarin miracaet bikin.

Li gorî biryarê, kesên ku dixwazin bibin namzet, divê temenê wan ji 40 salî kêmtir nebe, welatî û niştecihê Kurdistan-Iraqê bin.

Li gorî destûra hilbijartina serokatiya Herêma Kurdistanê ku beriya bi çend rojan ji aliyê pirraniya parlamenteran ve hate erêkirin, kesê bibe serokê Herêma Kurdistanê heger nexwende be û dîploma wî/wê jî nebe dibe.

Heta serok bê hilbijartin

Wezîfeya serokê Herêma Kurdistanê ji bo Serokwezîrê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye veqetandin. Piştî ku serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin, divê kesekê ji bo avakirina hikûmetê erkdar bike. Erka Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pismamê Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Mesûd Barzanî hatiye veqetandin.

Namzetî hevbeş diyar dikin

Cîgirê Serokê Koma Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Nwê) ya li Parlamena Herêma Kurdistanê, Kawa Ebdulqadir eşkere kir ku li gel Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, di nava hewldanê de ne, da ku ji bo wezîfeya serokatiya Herêma Kurdistanê namzetê hevbeş diyar bikin.

 

ROJNEWS/HEWLÊR