Navenda Çandê ya bajarê Tebqayê yek ji cihên girîng ên bajêr bû ku şêniyan serdana wê dikir û zanyarî jê werdigirtin. Lê ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve ev navend hatiye rûxandin.
Navenda Çandê ya bajarê Tebqayê sala 1993′an hatiye avakirin û li herêmê yek ji cihên girîng ên çandê ye û li Sûriyê ji Navendên Çandê yên herî baş bû.
Avahiya navendê ji 3 qatan pêk tê û beşên wê yên ″rêveberiyê, buroya zarokan, mûzîk û hunerê şêwekariyê, çanda gelêrî, pêşengeha wênexêziyê, şanogerî, kafeteriya, salona semîneran, pêşwaziya mêvanan û pirtûkxane″ lê hene.
Navenda Çandê wek xezîneyeke çandî bû, di pirtûkxaneya wê de zêdeyî 17 hezar pirtûk wek jêder, nîşanivîs (mextûtat), muceled, pirtûkên wêjeyî, romanên biyanî, pirtûkên dînî yên mezin wek Tefsîr El-Munîr û tefsîra Quranê, hebûn.
Pirraniya pirtûka hîn hene
Dema ku çeteyên Cebhet El-Nusra bajar dagir kir, dest danîn ser Navenda Çandê. Li aliyê din hejmarek ji van pirtûkan ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatin şewitandin. Îbtisam Ebûd ku berê Endama Navenda Çandê bû, diyar kir ku hejmara mezin a pirtûkan hê di cihên ewle de hene.
Bi rizgarkirina bajêr di 10′ê Gulanê de, ekîpên pispor ên rakirina mayînan, mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê li navendê çandibûn, rakirin. Lê navenda ku berê meqseda hejmarek mezin ji nivîskarên Misrî, Ereb û Sûrî yên wek helbestvan Nîzar Qebanî bû, niha ji bo ku ji nû ve bê vekirin, divê xebat werin kirin. Ji temîrê û wêde, sererastkirin û ji nû ve xebitandin wê bibe ji karên girîng ên rêveberiya nû ya bajêr.
TEBQA