Du herêmên li Îraq û Sûriyê ango Reqa û Mûsilê ku weke paytextên DAIŞ´ê dihatin nasîn di encama operasyona arteşa Iraqê û li Sûriyê jî di encama operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku YPG/YPJ tê de hêzên sereke ne, ji DAIŞ´ê tên paqijkirin û rizgarkirin. Yên herî zêde ji rizgarkirina van bajaran ketiye panîkê û dest û lingên wan li hev diherbilin, hevpeymanên DAIŞ´ê ne ku di serî de AKP û PDK tên. Ev hêz pirr baş dizanin bi tinebûna karta DAIŞ´ê re êdî nikarin siyaseta xwe ya berê bi rê ve bibin û hevsengiyên siyasî di aliyê hêzên demokratîk û gelan de dizivire.
AKP niha hem hewl dide DAIŞ´ê ji tine bûnê rizgar bike û hem jî zêdetir jî derbên giran li tevgera azadiya gelê Kurd bide û ji bo wê jî di nava sê salên dawî û tam di dema ku ji bo çareseriyê pêvajoya danûsitandinên AKP´ê û dewletê bi PKK re hebûn, arteşa Tirk hêzên xwe yên serbazî û cebilxane û çekên giran çend caran zêdekiriye. Ew li Başûrê Kurdistanê li 13 qereqolên serbazî ne tenê bi cih kir û bi dehan xalên nêz cihên gerîla li Hêrêmên Parastina Medya û Şengalê navendên îstixbaratî ava kirin, ku hem agahiyan kom dikin û hem jî zilamên xwe bi rêxistin û perwerde dikin ji bo ku li hemberî cihên gerîla bi kar bînin û agahiyan kom bikin. Êrişên berdewam li ser Herêmên Parastina Medya û ya demên dawî, dibin sedema jidestdana jiyana şervanan, gerîlla û kesên sivîl li Şengal û Amêdiyê, ev jî di encama dayîna van agahiyên îstixbaratî de bûye.
Di adet û nerîtên hemû welatan de dema welatêk bi êrişan re rû bi rû dimîne, helwêstên tund nîşan dide, têkiliyan qut dike, yan doza rohnîkirina êrişê dike yan jî herî kêm, têkiliyên xwe yên aborî û siyasî dicemidîne. Lê mîna ku tiştek nebûye û tevî ku 5 pêşmerge di encama êrişa 25´ê Nîsanê ya balafirên arteşa Tirk de şehîd bûn li nêzî Şengalê, Nêçîrvan Barzanî bi bayê bezê xwe gihand Tirkiyeyê û di civîneke li raya giştî girtî de 45 deqeyan bi Erdogan re peyivî.
Êdî kesêk meraq nake ka ji van civînan wê çi derkeve, ji ber ku herkes dizanê wê amadekariya operasyona mezin a muhtemel li hemberî deverên Gerîla dest pê bikin û daxûyaniyên Erdogan û êrişên ragehandinên PDK´ê li hemberî PKK´ê nîşana vê êrişê ne, ev ji êrişa serbazî zêdetir êrişeke derûnî û şerekî taybet e.
Di rastiyê de mirov dikarê van êrişan hem weke êrişên parastina DAIŞ´ê, êrişên encamnegirtina tiştên dixwestin hem di referandûma Tirkiye û hem jî siyaseta li dijî Rojava, Qendîl û Şengalê, Erodgan ji herkesî baştir dizanê bi % 51´ê ku bi hîle û dizî û siyaseta tepisandin bi dest xist, nikare siyaseta xwe li ser Civakê pêk bîne. Ji ber ku ji bilî PDK´ê û malbeta Nûcêfî û hin hêzên bê bandor ya sûnnî ti hêzêke din li ser hebûna YBŞ/YJŞ li Şengalê û rewabûna ji alî hûkûmeta Îraqê, xwedî heman raman nîne, berovajî hebûna van hêzan li Şengalê û mafê xwe rêxistinkirina Êzîdiyên Şengalê weke mafekî rewa dibînin. Jixwe, ji bo AKP û PDK mesele ne Êzîdî ne, hemû derdê wan ew e ka çawa derbên giran li PKK´ê bixin.
Bala xwe bidiyê, dema hêzên Sûriyeya demokratîk Tebqayê rizgar dikin û ber bi Reqayê ve diçin, arteşa Tirk hêrişeke mezin bire ser Rojavayê Kurdistanê, ev êriş ji bo rizgakirina DAIŞ´ê nebe, çi ye? Ji bo vekirina bereyeke din aa şer nebe, çi ye? AKP dizanê piştî lawazbûna DAIŞ´ê heta asta ku êdî weke karteke di destê AKP û PDK´ê de neyê bikaranîn, ew ê neçar bin siyaseta xwe biguherînin. Lê AKP bi referandûmê û PDK jî bi amadekariya referandûmê li Başûrê Kurdistanê paralel dixwazin sîstema diktatoriyê ava bikin. Lê ne şert û mercên herêmê, ne yên Tirkiyeyê û ne jî yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji bo sîstemeke wisa derfetê nadin. Ji bilî PDK´ê ti hêzeke din li Başûrê Kurdistanê vê siyaseta PDK´ê qebûl nake, lê PDK dixwaze bi hêza pere, kursî û propagandaya dewletê, mixelefeta navxweyî bixapîne. Lê wer xuya dike ku hêzên din yên Başûrê Kurdistanê û nexasim jî civak vê siyaseta PDK´ê qebûl nake. Serdana heyeyeteke parlementerên YNK, Gorran, Komelî Îslamî û Yekgirtû û pêşkeşkirina dosyeyeke taybet li ser nelirêtiya li Başûr û dosyeya Petrola ku ji aliyê PDK´ê ve hatiye desteserkirinê bi Cigîra seroka Parlemena Ewrûpayê nîşana vê nerazîbûnê ye. hêrsbûn û nerazîbûna PDK´ê ji vê serdanê bi serê xwe bes e ji bo ku mirov fêm bike ka hertişt li gorî dilê PDK´ê diçe yan naçe, nexasim piştî serberjêrbûna DAIŞ´ê.