Ozturk, anî ziman ku tundiya yekem ji dewletê girt û ji ber ku jin bû ji aliyê malbat û derdorê ve jî rastî astengiyan dihat. Ozturk, bilêv kir ku li gel hemû zext û zordariyan dest ji kar û xebatên xwe berneda û di adara 2011’an de dest bi xebata rojnameya Azadiya Welat û Gundemê kir. Ozturk, ku li navçeya Karabagê rûdinê, di adara 2011’an de dest bi karê belavkariya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê kir. Ozturk, daxuyand ku piştî wê dest bi belavkariya rojnaeymê kir, ji aliyê malbatê ve piştgirî dît û wiha got: “Min li kahwexaneyên ku ji jinan re qedexe bû rojname belav kir. Ji bo jinekê belavkirina rojnameyekê zahmet e. Ez di gelek qadan de xebitîm. Min di nava xebatên tevgera jinan de jî cih girt. Min di nava siyazetê de jî cih girt. Lê xebata belavkariya rojnameyê gelek zahmet e. Em deri bi derî digerin û rastî gelek bertek, zext û gefan tên. Bi qasî zahmetiyê wê ew qas tiştê ku hevî, marol û coşê dide mirovan jî heye. Di serî de derdorê got belavkarî karê zilam e û dest bi darizandina min kirin. Lê piştî ku her kes fêr bûn, piştî ku min rojname nedibir li min digeriyan û rojname dipirsîn. Min li Manîsa, Aydin, Îzmîr, Muglayê belavkariya rojnameyê kir. Di vê demê de ez her tim rastî astengiyên polîsan hatim. Gelek caran pêşiya min birîn û gef li min xwarin. Polisan 4 caran pêşî li min birîn. Bi telfonê li min digerin û çêran ji min re dikin. Carekê ez binçavkirim. Ez ji karê xwe hez dikim û bi dildarî dikim. Ji ber ku ez dizanim ez agahiya rast digînim xwendekaran û xwendekaran bi rastiyê aghadar dikim.”
Ozturk, bibîrxist ku gelek caran polîsan ji bo ku rojnameyê belav neke û heviya wê bişkîne gef li wê xwar û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Polis dibêjin ‘Tu jin e. Tu çima rojnameyê belav dike. zilame belav bike tune? Biçe bizewice. Li karê malê binere. . Ez ji bo bîr û baweriya xwe rojnameyê belav dikin. Li gel hemû zext û zordariyan ji belavkariyê û agahdarkirina welatiyan hêzê digirim. Ez rojnameya heftane ya ‘Demokratik Toplum’ hezar û 500 heban belav dikin. Ez li her derê rojnameyê belav dikim.”


 DÎHA/ÎZMÎR