Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev heta danê sibehê êrişî bendên Meclîsa Eskerî ya Minbicê (MEM) yên li ser xeta El Sacûrê ya bajarê Minbicê kir. Ev agahiya hanê, ANHA‘yê ji çavkaniyên MEM´ê wergirtine.
Hate ragihandin ku çeteyan mizgefta Seyda Xedîce û Emer Bin Xetab ji xwe re kirine navend û ji wê derê êriş dikin.
Piştî ku dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û koalîsyonê bi serkêşiya Emerîkayê li wan herêman dest pê kir, êriş zêde bûn.
2 kes birîndar bûn
Di vê navberê de li ser rêya gundê Hec Abidîn ê li başûrê rojavayê Minbicê mayinek teqiya.
Hêzên Ewlekariya Navxweyî û hêzên Hawarê berê xwe dan cihê teqînê, tedbîrên pêwîst wergirtin û dest bi lêkolînê kir.
Hate zanîn ku di encama teqînê de endamekî MEM´ê û sivîlek birîndar bûye.
ANHA / MINBIC