Ji ber sobeyan di hefteyekê de 15 cadir şewitîn û welatî piştî mexdûriyeta erdhejê niha jî ji ber şewata konan mexdûr dibin. Di konên şewitî de 5 zarok birîndar bûn û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên di şert û mercên zivistanê yên zehmet de tekoşîna jiyanê didin bi taybetî di konên havînê û barakayan de sobeyên ceryane pê dixin. Sobeyên tên pêxistin û bi telên ceryane yên li orte dibe sedema felaketên mezin. Ji bilî konên welatiyan avakirine, di bajarên konî de jî heman pirsgirêk tên jiyîn. Di bajarên konan de tûpên şewatê vemirinin jî tuneye. Midûrê Îtfaya Şaredariya Wanê Osman Acar, diyar kir ku gelek welatiyên li bajarên konan de konên havînê de dimînin bi boneya şert û mercên zivistanê yên zehmet sobeyên ceyranê kar tînin. Acar, anî ziman ku bi sedema konan û kabloyên ceyranê yên ne baş gelek cara şewat derdikevin.
Acar, destnîşan kir ku di 15 konan de şewat derketiye û wiha axivî: “Di konan de bi taybet ji sobe û ceyrane şewat derdikeve. Şewat di konên bajar û konên welatiyan yên ku bi xwe avakirin de derdikeve. Li konên bajar konan li cem hev hatine avakirin. Ji bo şewata konan em vemirinin em dereng dimînin. Ji bo vê jî dema şewat di konekî de derdikeve digihêje kon ligel wê. Divê li bajarên kon, navbera konan zêde be. Em di bûyerên şewatê de rê nabînin ku em derbas bibin. Tu navber tuneye. Ji bo ve jî divê li dijî van pirsgirêkan tedbîrên baş bên girtin."
‘Bila welatî hişyar bin'
Acar, ji bo welatî xwe ji şewatê biparezên hin tedbîrên divê bên girtin vegot. Acar, xwest ku welatî sobeyên ceyranê zedê bikarneynin û her tim vehesandin bikin. Acar, da zanîn ku ji ber koçberiyê hemû kargehên bajar girtîne û wiha berdewam kir: “Ji ber ku piştî erdhejê koçberî çebû hema hema hemû kargeh girtîne. Dukan kêm vekirîne û malzemeyên ceryane difroşin, Kabloyên ne baş difroşin. Banga min ji welatiyan re ev e bila zedê sobeyên ceryane bikarneynin. Bila hin deman kar bînin. Welatiyên di konan de sobeya komurê bikartînin jî bila saetên roj û şevê derengî sobe pê nexin. Divê welatî her tim hişyar bin. Ev pirsgirêk pirsgirêkên cîddî ne."
WAN