Piştî Fermanê bi Şengalê daketin

  • Nivîskarên kitêbên li jor bi qasî em dizanin ne Êzîdî ne yan jî ne Şengalî ne. Wan ji zindanê, ji bajarê xwe yan jî li Ewrûpayê şahidî li fermanê kir. Hinek jî, piştî berxwedana Şengalê, demekê li Şengalê man û bi şahidan re peyivîn. 

 

REWŞAN DENÎZ

 

Piştî Fermana sala 2014´an a li Şengalê bi ser Êzîdiyan de hatî, Kurdên Bakurê Kurdistanê ji her demê bêhtir bi mijara Şengalê û Êzîdiyan daketin. Çi wêje çi sînema, hema bêje di her warî de şopa Şengalê ma. Herhal, divê mirov bêje, guhertin dualî bû. Piştî qirkirinê hem Şengal guherî hem jî civaka Kurdistanê. Di vê nivîsê de em ê berê xwe bidin wê yekê, ka Şengal çawa tesîr kiriye li wêje û sînemaya Kurmancî. Em ji bîr nekin ku kitêb yan xebatên ku bi Tirkî yan bi zimanê din li ser Şengalê derketî, ne mijara vê nivîsê ye.

Qirkirin û komkujiyên mezin ên li dijî miletê Kurd ên weke Dêrsim, Zîlan û Enfalê di wêjeyê de şopa xwe hiştibin jî di sedsala 20´an de nekarîn bi rastî kuliyateke berfireh li pey xwe bihêlin; hê nû di sedsala 21´ê de kuliyateke bi vî rengî hêdî hêdî ava bû. Li vir em ê cih bidin berhemên wêjeyî yên bi Kurdî yên li ser Şengalê.

Bi helbestê bû dengê Şengalê

Rojhat Xemgîn girtiyekî azadiyê ye ku ev 23 sal in di hepsê de ye. Wî bi kitêba xwe ya helbestê ya bi navê ‘Xemeke Giran e ŞENGAL’ bi helbestê berê awira xwe daye Fermana 74´an. Ew bi helbesta xwe hewl dide bibe dengê êş û azarên bi Fermanê hatin serê Şengalê. Kitêba wî 2015´an ji weşanên Sîtavê derçûbû.

4 romanên bi Kurdî

Nivîskar û rojnamevanê Kurd Medenî Ferho bi romana xwe ya bi navê ‘Selwa’ sala 2018´an - ji weşanên Do derçû - bi heman mijarê dadikeve. Ew bi tiştên tên serê Selwayê, hewl dide fermana li jinên Êzîdî yên ku DAIŞ´ê revandine rabûyî, rave bike.

Yildiz Çakar jî bi romana xwe ya bi navê ‘Ev Rê Naçe Bihûştê’ ya par Weşanên Lîsê derxistî, bi heman mijarê dadikeve. Di romanê de navên Êzîdî û Şengalê hîç nayên hildan, lê dîsa jî serhatiya Şemsîxanê tê gotin, Şemsîxan jî yek ji êsirên DAIŞ´ê ye. 

Romana Luqman Silêman a bi navê ‘Şengal’ê sala 2017´an ji weşanên J&J derketibû.

Romana Azad Araratî, ‘Şengal-Vejîna Çilmêran’ ya ji 9 beş û 117 rûpelan sala 2018´an ji weşanên Aryen derketibû. Nivîskar di romanê de serdema beriya Fermanê, dema fermanê û berxwedana piştî fermanê bi awirên ferdên malekê dibêje. Di ser vê malê re ku her nefsa wê bi deverekê ve pekî, nivîskar hewl dide fermana bi ser Êzîdiyan de hatî rave bike.

Ma Tiştek Bi Şengalê Hatiye?

Kitêba Ronî Stêrk a îsal ji weşanên Lîsê derçûyî, bi çîrokên cihê ji aliyên cihê ve bi fermana 74´an dadikeve. Navê çîroka bi navê ‘Ma Tiştek Bi Şengalê Hatiye?’ li kitêbê jî hatiye kirin. Di vê çîrokê de nivîskar wan gotinên zarokê westayî ji destê DAIŞ´ê xilaskirî, yê ku berê xwe dida rojnamevanan û dipirsî ‘Ma Tiştek Bi Şengalê Hatiye?’ bi bîr dixe. Diyar e ku van gotinan tesîreke mezin li nivîskarê vê kitêba çîrokan jî kiriye.

Kitêba şair û nivîskar Receb Dildar a sisiyan, kitêbeke çîrokan bû û bi navê Kitana Spî ji Weşanên Nûbiharê sala 2015´an derçû. Di 112 rûpelan de Receb Dildar 6 çîrok bi cih kirine. Receb Dildar, tevna çîrokên xwe bi ta û rîsê bûyerên dilsojkî hûnandiye. Di Lal, Ronak, Kitana Spî, Kalemêrê Çiyayê Şengalê, Masîvanê Mûnzûrê, Şîn û şahî de ew cih dide Şengalê jî. 

Mijar Şengal e nivîskar ne ji Şengalê ne

Nivîskarên kitêbên li jor bi qasî em dizanin ne Êzîdî ne, û heke em şaş jî bin, em jê piştrast in ku ne Şengalî ne. Wan ne yekser şahidî li qirkirinê kir; yan ji zindanê yan ji bajarê ew lê yan jî li Ewrûpayê wan şahidî lê kir. Hinek jî piştî berxwedana Şengalê demekê li Şengalê man û bi şahidan re peyivîn. Piştî qirkirinê, ji ber ku malbatên Şengalî penaber bûn û xwe avêtin gelek welatan, wan keys lê anî ku bi şahidên fermanê re bipeyivin. 

Xebateke çandî

Îsal Weşanxaneyê Lîsê kitêba Îhsan Colemêrgî ya bi navê Şîna Şengalê di beşa xebatên çandî de weşandiye. Ev kitêb 136 rûpel in. Îhsan Colemêrgî bi Şîna Şengalê dîroka ol û gelên li herêmê bi kurtayî tîne bîra me û piştî wê jî derbasî behsa li ser Êzîdîtî û Êzîdîyan dibe. Nivîskar ji bilî dîroka olan û gelan, behsa serdema avakirin, dagirkirin û belavbûna DAIŞ’ê jî dike. 

Film zêde li Kurdan nehat

2016´an bi derhêneriya Hisên Hesen (Hussein Hassan) û bi çêkeriya Mehmet Aktaş filmek bi navê ‘Reşeba’ derket meydanê. Ji vê filma metrajdirêj Êzîdî zêde nerazî bûn û film bi awayekî neerênî kete rojeva Êzîdiyan. 

Hozan Canê jî filmek çêkir bi navê "74. Fermana Şengal". Filmê galaya xwe sala 2016’an li Kolnê kir. Paşê dewleta Tirk Canê ji ber vê filma wê heps kir û niha jî ew li Tirkiyeyê ye û destûra wê nayê dayîn biçe Elmanyayê. 

Lîstikvan û derhênerekî ji Bakur Selamo Arî jî bi sernavê “74 Çiyayê Bê Av Şengal” (2015, 53 deqe) li ser Êzîdiyan filmek çêkir. 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.