Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 1. Festîvala Zarokan bi gera di nava wargehê de destpê kir û sê rojan dewam kir. Di dawiya festîvalê de zarokan damezrandina Meclisa xwe ya Zarokên Mexmûrê îlankirin.

Roja yekem, piştî gera nava wargehê tevî palyaçoyan qediya, li meydana pîrozbahîyê bi boyaxa rengîn zarokan hem hev û hem jî dîwar boyax kirin. Zarokên wargehê û palyaçoyan li vir stran gotin û lîstin.

Festîvalê di bin sîwana Kevana Zêrîn de, paşê li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM) dewam kir.

Roja duyem li pişta wargehê bi firandina bafirokan festîfalê dest pê kir, bi şev jî bi skêç û komên govendê dewam kir.

Roja sêyemîn jî li Parka Semta Sê ya Şehîd Zehra Penaber, bi pêşbaziyên weke xwarina sêvan, mast, ketina kîsan û qayîşkişandinê festîvalê dewam kir. Bi şev komên muzîkê û govendê hunerê xwe pêşkêş kirin.

 

Ka mafê zarokan?

Di dawiya bernameyê de zarokan avakirina Meclisa Zarokên Mexmûrê bi daxuyaniyekê îlan kir.

Sîpan Yaman daxuyanî xwend û got, “Qaşo kuştina zarokan sucê mirovahiyê ye! Lê li gelek deverên cihanê hê jî zarok tên qetilkirin. Mînaka vê ya herî berbiçav li welatê me Kurdıstanê tê kirin. Doh li Cizîr, Gever, Nisêbîn û Surê îro jî li Efrinê tê kirin.

Ji ber vê em dipirsin ji mirovahiyê:’Ka qanunê we, ka mafê me zarokan?’ Hûn me dixapînin û hûn xiyanetê li me zarokan dikin... Em ê xayalên xwe biparêzin. Ji bo em xwe û xayalên xwe biparazin, li Maxmûrê, em ê xwe wek Meclisa Zarokan bi rêxistin bikin…

 

Em ê bi zimanê dayikê mezin bibin

Em zarok in! Hestên me, dinya me bi lîstikan teşe digire! Ji bo wê, em ê meydana xwe ya lîstikan fireh bikin! Em zarok in! Zimanê dayikê dergûşa me ye, dergûşa me neşikînin! Em ê bi lorîk, mamik û çîrokên Kurdî mezin bibin! Bi zimanê dayîkê mezin bibin!”

 

ROJNEWS/MEXMÛR