Roja duyemîn a bûyerê piştî çete ketin çemberê de jin û zaro di malê de bûn û zilam derdiketin pêşiya mala xwe. Bê xwarin bûn, şoqa bûyerê ew dorpêçkiribûn, mîna zarokekî nû ji dayîkdibe û hêdî-hêdî fêrdibe bimeşê, gel jî roj bi roj ji mala xwe derdiketin, hêdî-hêdî fêrdibûn dûrî mala xwe bikevin û di kolanan de bimeşin.
Roja piştî qedandina bûyerê min jî mîna herkesî mereqkir rewşa gel çawa ye û ez daketim kolanan. Li ser dikê mirovên li bermaberî xemgîniya ku dijîn têkoşîn dikin, daketibûn kolanan, hejmara erebeyan û motorsiklêtan kêmbû lê çûyîn û hatina wan rengekî jiyanê bû, di nava deh dikanan de yek dikan vekirîbû û hinekan hewldidan ku dikanên xwe vekin.
Berî qewmandina vê bûyerê rokê bandor li ser gel nedikir û di bin wê rokê de dikeniyan, canê wan zîndî bû, lê piştî qewmandina bûyerê mîna tiştekî wan wendabûye, çavên wan xemgîn bû û di ber vê xemgîniyê re hewldidan jiyanê biherikînin, hinek ixtiyarên neçar mabûn ji mala xwe derbikevin bexçikên xwe dabûn pişta xwe û vedigeriyan mala xwe, malbatên zarokên xwe wendakiribûn diçûn goristanê û serdana zarokên xwe dikin. Zarok dîse derketibûn kolanan, şûna biqîrin, bileyîzin bê deng di erebeyan de bûn, diçûn ji firinê nan tanîn an jî bi bavê xwe re li dikanan bûn, hinekan jî dixwestin derdê xwe ji jibîrbikin û bi avdana bexçeyên parkê, derdora mala xwe şildikirin û bêhna xwe vedidan. Şaredarî jî ketibû nava tevgerê û bi paqijkirina gemarê re dixwestin rengê jiyanê xweşbikin.
Bi gerandina nava kolanan ciyê Rifet Horos li ber çavê min ket, mala xwe ya ji textan çêkiribû di holê de nemabû, tenê şopên wê mabûn, çîçekên wî yên bêriya wî kiribûn bê av mabûn û hîna erebeya wî li ciyê şehîd ketiye sekinî bû. Di erebeya wî de kelpîç hebûn, bi qasî zarokê cîranên wî gotî wî dixwest ji xwe re xaniyekî ji kelpîçan çêbike, lê negihîşt vê yekê bike û hîna şopa xwîna wî li ser dîwar û cadê bûn. Di erebeyê de lênûs û pirtûkên wî jî hebûn, hemû cîranên wî bêriya wî kiribûn û behsa wî dikirin.
Gelê Kobanê yê berxwedêr mîna berê wexta tu ber wan re derbas dibûyî û dixwest wêneyê wan bikşînê tiliyên xwe hildidan û girêdana xwe ya serkeftinê bi rûkeniyeke zirav re tanîn ziman, îro jî ew dîmen bi me re parvekirin û tiliyên xwe hildan. Bi gotin, sîme û tevgerkirina xwe tanîn ziman ku dixwazin kêliyekê berî kêliya dîtir ji bin bandore bûyerê derbikevin û jiyan vegerê mîna berê.