Rhonda Abrams a ku nûçe nivîsî dipirse, “De ka lê bifikin me deriyê xwe li koçberan girtin, hinge maneya vê wê ji aboriya Emerîkayê re û ticareta hem piçûk çi be?

Abrams dibêje, koçber ji bo aboriya tendurist li Emerîkayê heyatî ne û mînaka Hamdî Ulukayayê Kurd dide. Ew bi bîr dixe ku Ulukaya xelata herî bi prestîj a şirketa şêwirmediyê EY berê (Ernst & Young) ya “World Entrepreneur of the Year (Karsazê Cîhanê ê Salê)” dide û sala 2013´an ev xelat da damezrêner û birêveberê şirketa mast a bi navê Chobanî ye.


Kar dide 2,000 kesan

Em bi xêra nûçeyê pê dihisin ku Chobani kar dide 2,000 karkerên mûçeyê wan baş, ew ji 900 gundikên cihê şîr dikire û li hawîrdora xwe derfetên kar diafirîne, Hamdî Ulukaya bi serê xwe bernemeyek bi pêş xist ku % 10 şirketa xwe da karkerên xwe da ku halê wan ê malî baştir bike, wî “The Tent Foundation (Weqfa konan)” da ku alîkariyê bike penaberan re.

Ji bilî Hamdî Ulukayayê ku di nava çend salan de bû milyarder, Abrams bi bîr dixe ku pirraniya şirketên serketî yên sala 2010´an hatin damezrandin ji aliyê koçberan ve hatine damezrandin û şirketên koçberan li Emerîkayê damezrandinî li seranserê cîhanê bi giştî kar didin 13,6 milyon mirovan.

Li gorî nivîskarê Emerîka nabe ku deriyê xwe piştî êrişa Orlandoyê li koçberan bigire lê belê bi xêrhatina wan bike, ya pêwist li gorî wê hem xweşbîn/tolerans û baldarî ye. 


NAVENDA NÛÇEYAN