Jineke din a Êzîdî tevî sê zarokên xwe hat rizgar kirin. Şervanên QSD´ê di pêngava Bagera Cizîrê de heta niha bi dehan jin û zarokên Êzîdî ji zilma çeteyên DAIŞ´ê rizgar kirin. Yek ji van jinan jî Canê Ilyas Xelef e. Çeteyên DAIŞ’ê Canê, zilamê wê û 3 zarokên wê jî wekî bi hezaran Şengaliyan, revandin. Zarokên Canê 2 kur û keçek bûn. Navê keçê Ferîde (7) bû û çeteyan navê wê kiribû Fatîme. Kurê wê Ehmed (6) çeteyan navê wî kiribû Silêman û kurê wê yê biçûk Ferdî (5) çeteyan navê wî jî kiribû Ubeyd. Çeteyan ne tenê navên zarokan, navê Canê jî guherandibû û kiribû Hela. Çeteyên DAIŞ’ê Canê û malbata wê bi şêniyên din ên Şengalê re birin Mûsilê. Piştî wê jî birin medreseya Badûş û li wir ew ji hev belav kirin.
Em kirin koleyên xwe
Canê wiha qala dîlgirtina xwe kir: "Mala me xirab kirin. Zilamê min li ber çavê min ser jê kirin. Bi wî re jî 3 kamyon tijî zilam û zarokên kur ser jê kirin. Piştî ku ew ser jê kirin, avêtin ser rêyan û gulebaran kirin.Yê mayî ji hev belav kirin û em kirin koleyên xwe."
Ji min re digotin tu kafir î
Canê bi çeteyê bi navê Ebû Miseb re tê zewîcandin. Canêya ku salekê li gel Ebu Miseb ma wiha qala zilma çeteyan dike: "Nedihêla ez bi kesekî re biaxivim. Hevalên jina wî dihatin malê, nedihêla ez li gel wan biaxivim. Min nediwêrî bibêjim, ez birçî me jî. Ez xulam bûm. Digotin, heta ku em ji xew rabin, divê tu malê, serşok û tuwaletê paqij bikî. Cilên me bişoyî û hemû karê malê bikî. Dema min digot, ez nexweş im, li min dixistin. Min digot, ma dilê we bi min naşewite, ji min re digotin tu kafir î."
Ez hêvîdar im ku dawiya wan bê
Canê dibêje, dema ku Şengal ji çeteyên DIAŞ’ê hat rizgarkirin, ew pirr keyfxweş bû û zarokên wê digotin, ‘em ê kengî vegerin bajarê xwe?’ û gotinên xwe wiha dewam dike: "Ez li bendê bûm ku me ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin. Zarokên min digot, em ê herin cem bavê xwe. DAIŞ’iyan ji zarokên min re digot ‘bêjin em DAIŞ in’. Min jî ji zarokên xwe re got, bêjin em Şengalî ne.”
Canê di dawiyê de malavahiya şervanên QSD´ê kir û got, "Ez hêvîdar e ku DAIŞ bi dawî bibe. Ez dixwazim vegerim Şengalê û malbata xwe bibînim."
ANHA/DÊRAZOR