Aştîxwaz bi lêv kir ku piştî koçî Bursayê kiriye, wî di salên 2000’î de li bajarê Bursayê bi awayekî profesyonel dest bi muzîkê kiriye û wiha axivî: “Min di heman demê de li Bursayê di rêveberiya Navenda Çanda Saryayê de cih digirt. Demek dirêj di bin banê navenda çandê de me li şahiyan stran gotin ji ber stranên siyasî der barê me de 7 doz hatin vekirin.”
Aştîxwaz piştî vegeriya gundê xwe niha bûye xebatkarekî Navenda Çanda Ronahî ya Erdîşê û der barê xebatên xwe de ev tişt anî ziman: “Navenda Çanda Ronahî ev demeke hatiye vekirin, nû nû di xebatan de pêşketin derdikevin holê û roj bi roj bi kursên wekî erbane, tembûr, gîtar, şano û perwerdeya zimanê Kurdî xebat tên meşandin.”
DÎHA/WAN