Joe Akerman ê 37 sale di encama êrişeke bi maşîna bombebarkirî ya DAIŞ´ê de birîndar bûbû. Ew piştî ku tevlî nave refine YPG´ê die di komeke sabotajan de cih digre. Kanûna bihurî nêzî bajarê Holê ew wê rêyeke DAIŞ bi kar tine texrîb bikin, xortê ji Halifax a Ingilistanê çûyî Rojava. Joe, fermandarê wî û du kesên din li Rojava birîndar dibin: “Ji her tişta ez li wir pê re rûbirû bûm, ya herî xirab kamyonên xwekuj bûn.”
Joe demeke dirêj mayînan paqij dike û tevî Jack meha bihurî biryara vegerê didin, lê vê carê jî li Başûrê Kurdistanê tên girtin bi îdîaya bi qaçaxî derbaskirina sînor û 11 rojan li Hewlêrê di girtîgehê de tên ragirtin. Dema sêşema bihurî tên Londonê jî li balerfirgehê jî îfadeya wan tê girtin.
LONDON