Xurmatû cihêkî kevnar ê Kurdistanê ye û bi ser Kerkukê bûye. Timî di dema Împratoriya Osmanî de hewildanên mezin ji bo ferzkirina hegemonyaya hêzên cuda hebû. Cihêkî stratejîk bû ku di wê demê de wilayeta Bexda û Stenbol bi hev ve girêdida û rêya hêsan bû ji bo çûna Îranê jî, niha jî bi statûya xwe ya cografî rêya Bexda, Kerkûk û Selahedînê bi hev ve girêdide. Di warê av, petrol û çandiniyê de dewlemend e, pêkhateyên wê yên Kurd, Tirkman û Ereb, û mezhebên Sune, Şiî û hindikahiyeke Kakeyî lê hene. Timî ji derve hatiye xwestin ku nakokiyên navbera van pêkhateyan werin tevdan û bi vî rengî hatiye xwestin ku hegemonyaya xwe li ser vê herêmê ferz bikin. Ji 12´ê vê mehê ve û rasterast di roja rizgarkirina Şengalê de rewş li Xurmatû aloz bûye, hêzên sereke li alozkirina vê rewşê hem hêzên Heşd el-Şeibî û hem jî li gorî çavkaniyên ji herêmê û rojnamevanan ku bi behaneya parastina Tirkmanan torên MIT´a Tirk li Xurmatû li pey provakasyonan in. Lê tişta Balkêş ew e ku Hikûmeta Herêmê û hêzên Siyasî li ser desthilata Başûr zêde giringiyê bi vê navçeyê nadin û zêde hewildanên wan ji bo vegera vê navçeyê bi ser Başûrê Kurdistanê çênebûne. Niha tehlûkeyeke mezin heye ku şerê etnîkî û mezhebî û teqîneke çekdarî rû bide, ji ber ku hejmareke mezin ya çekan derbasî Xurmatû hatiye kirin. 

Şalaw Mihemed dema tevlî Bernameyeke Radiyoya Dengê Kurdistanê bû, got, "Gel li vê herêmê ji bo xweparastinê ji ber nemana hêviya wan ji rayedarên Kurdan li Başûr, daxwaz dikin ku Gerîlla werê wan biparêzê, rasterast gel bangewazî li hevserokê Konseya rêveberiya KCK´ê Cemil Bayik kiriye ku Gerîla çawa Şengal rizgar kiriye û xelkê Êzîdî parastiye, bila wan jî biparêze", ji ber ku tenê di meha Cotmehê de 23 kes û di nav çend rojên bihûrî de 8 kes hatin kuştin, mal û dikan hatin şewitandin, mirov tên revandin û kuştin, piştre jî cesedên wan li kolanan tên avêtin, ne tenê mirov lê nexweşxane tên şewitandin û bijîşkên ku bi hejmareke kêm li Xurmatû ne, hatine kuştin. 

Ev şer jî wê kêmtir nebe ji şerê DAIŞ´ê li hemberî gelê Kurd, Gel li Xurmatû dibêje "Rayedar mîna çêlekê me didoşin, bi vê jî têr nabin, goştê me jî dixwin", tevî ku ewqas dewlemendî heye,  gel li vê herêmê xizan e. Ji serdema Nûrî Malikî ango 2012´an û şûn ve beşeke mezin ji axa Xurmatû di navbera Erebên Şiî û Sune de hatiye levakirin, ji bo wê jî Kurd û beşek ji Tirkmanan xwe mexdûr dibînin, lê beşek ji Barzirganên Tirkmanan jî ji aliyê Tirkiyeyê ve tên tehrîkkirin, hin komên çekdar di nava komên şîî de xwe bi rêxistin kirine, êrişê dibin ser Kurdan. Bi vî rengî rewş jî bi rastî tevlîhev e, eger bi cidî û ji hemû aliyan ve baş lê neyê hizirîn, qewimîna Şengaleke duyemîn bi destê hin grûpên cuda ne dûrî aqilan e.

Rewşa dawî li Xurmatû ne tesadûf e û piştî azadkirina Şengalê zêdetir hatiye alozkirin. Balkêş e ku herî zêde Tirkiye û Îranê bi qelsbûn û ji holê rakirina DAIŞ´ê bêzar dibin, ji bo wê jî li deverên din bi rêya hêz û grûpên cuda aloziyan derdixin. Ji bo wê jî parastina Gel li Xurmatû berpirsiyariya hemû hêzên Kurd e, divê rê nedin ku Şengaleke din biqewime.