Koordînasyona PJAK’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku gerîla Pûrya Selawetî yê bi nasnavê Çiya Berxwedan, piştî şerê di navbera gerîlayên HRK’ê û artêşa Îranê de di gulana 2011 de ji yekîneya gerîlayan qût bûye û piştî lêkolînên demdirêj hate zanîn ku jiyana xwe ji dest daye.
PJAK’ê ji bo malbata gerîla Çiya Berxwedan û hemû gelê Kurdistanê sersaxî xwest. Li gorî agahiyên PJAK’ê dane gerîlayê PJAK’ê Pûrya Selawetî bi nasnavê Çiya Berxwedan di sala 1987’ê de li bajarê Sine ji dayîk bûye.

ANF/MERÎWAN