
Endamê Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cawîd anî ziman ku rejîma Îranê tenê ji bo rejîma xwe rewa nîşan bide hilbijartinan lidardixe, lewra aliyê kurd hilbijartin boykotkirine û nebûne navgînê vê polîtîkayê.
Endamê Koordînasyona PJAK’ê Rêzan Cawîd ji beşa Farsi ya ANF’ê re der barê hilbijartinên Îranê, hewldanên dewletê yên terorîzekirina PJAK´ê, siyaseta herêmê û şert û mercên Îranê nirxandin.
Li ser pirsa di derbarê hilbijartinên Îranê de Cawîd anî ziman ku kurd biryara boykotê dane û divê ev baş were nirxandin. Cawîd weha axivî: "Hilbijartinên li welatekî di eslê xwe de asta demokrasiya li wî welatî jî destnîşan dikin. Dema biryara me ya boykotkirina hilbijartinê were nirxandin, divê rewşa Îranê û şêwazê birêvebirina wê li ber çavan were girtin. Hingî biryara me dikare baştir were famkirin."
Divê siyaseta çareseriyê hebe
Di vê mijarê de bal kişand ser guhertinên dawî yê li Rojhilata navîn û girîngiya siyasetên çareseriyê û weha dewam kir:"Diviyabû desthilatdarên Îranê rewşa siyaseta serdest a li herêmê rast bixwînin û bi taybetî guherandinên dawî yê li Rojhilata Navîn yên sala dawî li ber çavan bigrin û bi siyasetek rast li çareseriya pirsgirêkan bigerin. Lê mixabin ji ber nebûna nêzîkatiyek weha, pirsgirêkên heyî kûrtir bûn û qeyrana heyî jî mezintir bû."
´Emê nebin navgînê planên rejîmê´
Endamê Koordînasyona PJAK’ê Rêzan Cawîd, her weha anî ziman rejîma Îranê hemû bîr û baweriyên cuda û nerazîbûnan wekî dijminahiya li dijî xwe dibîne û ev yek wekî yek ji sedemên boykotkirina hilbijartinê destnîşan kir. Cawîd diyar kir ku di rewşek weha de hilbijartinên li Îranê tenê xizmeta siyaseta yekdestkirina desthilatiyê dikin û tiştekî nû nade gelan. Cawîd got, "Ji aliyê rejîmê ve ji bilî pîlanên şer û xwînrijandinê ti planên din neketin dewrê. Sîstema Şûraya Nîgehban a pêş hilbijartinan, ji hewldana rejîmê ya nîşandana rewabûna wê pê ve ne tiştekî din bû. Lewra me ji gelên li Îranê xwest hilbijartinê boykot bikin û nebin hevkarên vê siyasetê."
PJAK ji bo têkoşînê xwe mezin kir
Cawîd destnîşan kir ku encama derketî jî bi eşkere rave dike ku kesên wekî nûnerên gel hatine hilbijartin, di rastiyê de beriya hilbijartinê hatine destnîşankirin û nûnertiya gel nakin. Cawîd anî ziman ku ji damezrandina partiya wan PJAK’ê ve, dewleta Îranê di çarçoveya pîlanekî destnîşankirî de her tim hewl daye ku xebatên wan di çavê gel de reş bike û weha dewam kir: "PJAK ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hêza herî çalak û zindî ya azadîxwaz e, her tim bû hedefa êriş û propagandayên reş yên siyasî û eskerî. Lê tevî hemû van hewldanên jinavbirina xwe, PJAK roj bi roj xwe mezintir kir û niha li qada çalakî û têkoşînê bû hêzek mezin û ji bo dema pêş amade ye."
Endamê Koordînasyona PJAK’ê Rêzan Cawîd her weha anî ziman ku rejîma Îranê ji bo hewldanên reşkirinê dixwaze hin hêzên siyasî jî bikarbîne û ev nêzîkatî weke helwesteke li dijî pîvanên siyasî bi nav kir. Cawîd di vê mijarê de weha axivî: "Li aliyekî rejîma Îranê û li aliyê din jî hin ji hêzên klasîk ku di nava xwe de qeyranek kûr dijîn û naxwazin çalakî û bihêzbûna partiya me bibînin jî tevlî van dijpropagandayan dibin. Lê em dikarin bêjin ku ev propagandayên neheq jî wekî her carê wê pûç bibin."
Zextên li dijî gel zêde ne
Endamê Koordînasyona PJAKê Cawîd anî ziman ku ji destpêka damezrandina Komara Îslamî ya Îranê ve pirsgirêkên kêmnetewan, pirsgirêkên etnîkî, dînî, mezhebî û çandî ji serdema rejîmên beriya wê kûrtûr bûne. Cawîd di dawiya axaftina xwe de weha got: "Zextên li ser kêmnetewan û olan, yê li dijî behayî û yarsanan, dîsa hewldanên jinavbirina nasnameya gelê kurd, ereb û belûç, pêla binçavkirinê ya li hember gelê ereb li Ehwaz û Şûş dewam dike. Kuştina kesên Belûç û heqaretên di dersan de li dibistanên Îranê li cihû, behayî û xiristiyanan dibin, tenê çend mînakên ku rastiya rejîmê radixin ber çavan e."
ANF/QANDÎL