
‘Hedef destkeftiyên Kurdan e’
Bêguman, di sedsala 20’an de polîtîkayên dagirkeran li ser esasê tunekirina fîzîkî û çanda Kurdan pêk dihat, lê niha komkujiya Kurdan li ser esasên valaderxistina gihiştina Kurdan a statuya siyasî ya demokratîkbûnê ye. Di heman çarçoveyê de ye ku destketiyên gelê me li Rojavayê Kurdistanê ketine ber êrîşên hêzên herêmî û navneteweyî û ev derûdor çavên xwe ji hemû qetlîam û hovîtiyan re digirin.
PJAK di berdewama daxuyaniya xwe de li ser mijara daxuyanî û helwestên neyênî yên hin hêzên Rojhilata Navîn derbarê destketiyên Şoreşa Rojava de jî wiha dibêje: “Mijareke din ku em li ser bisekinin jî daxuyanî û helwestên ji aliyê hin hêzên Rojhilatê Kurdistanê tên pêşxistin in ku desketiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wek dîktatorî nîşan didin jî wek helwestên êrîşkar ên Tirkiye û El-Qaîdeyê ne û ev helwestên wan hêzan, van êrîşên li hemberî gelê me meşrû dikin.”
‘Girtina sînor êşa Kurdan zêde dike’
Koordînasyona PJAK têkildarî helwest û nêzîkatiyên hikûmeta Başûrê Kurdistan jî van xusûsan nîşan dike: “Di heman demê de berdewamiya girtina sînorê Başûr a li ser Rojavayê Kurdistanê, êş û derdê Kurdan zêdetir bûye û çembera siyasî û aborî li ser vî parçeyî kurtir kiriye. Di vê demê de, em ji hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku berpirsiyariya xwe ya Neteweyî ya derbarê vekirina sînor a li ser Rojavayê Kurdistanê qonaxa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan de bi lezgînî bi cih bîne.”
Em di warê leşkerî de amade ne
Daxuyaniya PJAK’ê bi van sererêzan bi dawî dibe: “Em wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), hewlên herêmî û navneteweyî yên li ser Rojavayê Kurdistanê ku dixwazin îradeya gelê Kurd li vê derê bişîkînin, bi tundî şermezar dikin. Em radigihînin ku êdî vê rewşê sînor ji tehemûla Kurdan re nehiştiye. Her wiha Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê heta niha çawa piştgiriya xwe ya di warê aborî, manewî û siyasî de daye Rojavayê Kurdistanê, dê ji vê demê şûn de jî bi heman helwestê vê piştgiriya xwe bidomîne û heke pêwistî hebe ji bo desketiyên li Rojavayê Kurdistanê biparêze, em di warê leşkerî de jî amade ne. Endam û gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê hêzeke Neteweyî û şoreşger e û amade ne ku her li cihên pêwistî pê hebe, dikarin erkên xwe yên exlaqî û Neteweyî bi cih bînin.”
Banga ji bo gel û oldaran
Koordinasyona PJAK’ê di dawiya peyama xwe de ev bang jî li gelê Kurd kir: “Bi kurtasî em bangawaziyê li hemû gelê xwe yên li her çar parçeyên welat, derveyî welat û bi taybetî jî gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikin ku di vê pêvajoya hessas de bi her awayî hemû hêzên xwe ji bo xwedîliderketin û hevkariya Rojavayê Kurdistanê bikin yek. Di vê çarçoveyê de em rola ciwanên Kurd gelekî girîng dibînin û daxwaz dikin ku ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî li pêşeroja gelê xwe derkevin. Her wekî din em bang li hemû hêzên Îslamî yên Kurd dikin ku li hember van hewlên hovane ku li ser navê Îslamê tên kirin, xwedî helwest bin û şermezarkirina van êrîşan jî wek erkên xwe yên wijdanî û olî bibînin.”
ANF/QENDÎL