Vejîn: Xeta sêyemîn xeteke siyasî û stratejîk e. Di vê stratejiyê de rola herî girîng li ser milê gel û civakê ye. PJAK ji sînorê Rojhilat bihuriye û bûye pêşeng. Armanca me azadiya hemû gelên bindest e.

 

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn got, “Biqasî astengiyan, derfetên zêrîn yên têkoşînê li pêşiya Kurdan hene. Heger em yek bin, em dikarin van derfetan di berjewendiya gelên Îran û Rojhilat de binirxînin. Cudabûnên îdeolojîk û taktîk li pêşiya têkoşîna hevpar ne asteng e. Bi pêkanîna stratejiya xeta sêyemîn ku xwe dispêre daxwazên gelan, em dikarin ber bi pêş ve biçin.” Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn bersiva pirsên Kovara Alternatîf yên derbarê rola PJAK’ê ya di pêkanîna xeta sêyemîn li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de da.

Xeta sêyemîn xwe dispêre hêza gelan

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku stratejiya xeta sêyemîn xwe disipêre hêza gelan û wiha axivî, “Stratejiya xeta sêyemîn xwe dispêre hêza gelan, pişta xwe nade hêzên derve. Di xeta sêyemîn de rêz û girîngî ji bo netewe, bawerî û pêkhateyên cihê tê dayîn.”

Vejîn di dewama axaftina xwe de li ser heman mijarê got, “Li Îranê ne tenê pirsgirêka Kurd heye, pirsgirêka netewe, ol û mezhebên cuda jî bi desthilata Îranê re heye. Hemû rûbirûyî zilma rejîma Îranê ne.”

Dirûşma PJAK´ê her têkoşîna hevpar e

Têkildarî pirgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî, Vejîn got, pirsgirêkeke dîrokî ye û wiha peyivî: “Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke kûr, dîrokî û siyasî ye. Cûdabûna îdeolojîk û taktîkî ya di navbera hêzên Kurdî de, ne asteng e li pêşiya avabûna bereyeke hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û bidestxistina mafên rewa yên Kurd. PJAK cudabûnên îdeolojîk û taktîkî li pêşiya têkoşîna hevpar li dijî dewlet û desthilatdariyê asteng nabîne.”

Rojavayê Kurdistanê nimûne ye

Vejîn Rojavayê Kurdistanê weke nimûneya pêkhatina xeta sêyemîn bi nav dike û dibêje, “Li Rojavayê Kurdistanê projeya Konfederalîzma Demokratîk û nimûneya xeta sêyemîn pêk hatiye. Ji ber vê Emerîka, Rûsya, Îran û Tirkiye ji xeta sêyemîn ditirsin. Vê  projeyê li pêşiya projeya xwe ya sîstema sermayedarî asteng dibînin, ji ber wê, difikirin ku berjwendiyên wan dixe metirsiyê. Divê em bizanin li rex gef û metirsiyan, di hemû waran de fersendên zêrîn li pêşiya me hene. Divê em van fersendan baş binirxînin.”

Birêxistinkirin zemînê têkoşîna hevpar diafirîne

 Ji bo têkoşîna hevpar a gelên Îranê jî, Vejîn îşaret bi girîngiya birêxistinkirina gelan dike û axaftina xwe wiha didomîne, “Rêxistinkirin û perwerdekirina gelan wê zemînê têkoşîna hevpar ava bike, ji bo destê neyaran ji Rojhilata Navîn qut bikin.”

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn da zanîn ku gel li dijî siyaseta berjewendîxwaz û pragmatîst e, û wiha peyivî, “Siyaseta ku niha li herêmê di meriyetê de ye siyaseteke welê ye ku berjewendiyên sermayedariyê esas digire. Lê gel, siyaseteke welê dixwaze ku berjewendiyên gel esas bigire. Di xeta sêyemîn de gel bixwe dikarin li ser xwe biryarê bidin. Niha gelan siyaseta du rû ya dewletê dîtiye û asta bîreweriyê jî baş e. Stratejiya xeta sêyemîn daxwazên gel esas digire, her timî zemînê guftûgoyê çêdike.” Zîlan Vejîn hrî daîw jî got, ew siyaseteke ji sînorên Rojhilatê Kurdistanê jî dibihure esas digirin: “Xeta sêyemîn ne projeyeke demkî ye. Xeteke siyasî û stratejîk e. Siyaseta me jî xwe li ser vî esasî ava kiriye. Di vê stratejiyê de rola herî girîng li ser milê gel û civakê ye. Yek ji pîvanên me yên têkoşînê ew e ku em ti carî nabin amûrê pîlanên hêzên derve. PJAK bi van planan ji sînorê Rojhilat bihuriye û bûye pêşeng. Armanca me azadiya hemû gelên bindest e.”