Siyamend Moyînî got: "Piştî trafîka dîplomasiyê ya di navbera Îran, Tirkiye û welatên herêmê de me dît ku êrişa hêzên rejîma Sûriyê li ser xelkê sivîl li Hesekê pêk hat. Di vê çarçoveyê de Îran jî di van êrişan de xwedî rol bû. Ev yek di çarçoveya siyaseta dij Kurd a rejîma Îranê û lihevkirina li ser vî esasî ya li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye."

Moyînî li ser helwesta partiya xwe ya li hember êrişên Îranê li dijî Hesekê  jî got, "Divê Îran baş bizane ku êrişa li ser Rojava, tenê li wir bi dawî nabe, dibe ku agirê şer bikeve nava Îranê jî. Em li hember vê yekê bêdeng nabin. Wek PJAK jî wê helwesta me jî hebe." 



 NAVENDA NÛÇEYAN