Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek bê hempa tê meşandin û wiha hatiye destnîşankirin: “Rêberê me ku niha di bin tecrîd û îzolosyonek dîrokî ya bêhempa de tê girtin, dîsa bi awayekî herî bi rûmet berxwedaneke bêhempa dide nîşandan. Bêguman, di şexsê Rêberê me de Tevgera Azadiyê û gelê me, di şexsê gelê me de jî nirxên demokratîk ên mirovahiyê dikin hedef. Tê xwestin ku lêgerîna civakan a demokratîk û jiyana azad bê astengkirin. Di vê çarçoveyê de tiştên ku di Pergala Îşkence ya Îmraliyê de tên li hemberî hev zihniyeta hegemon a navendî ya 5 hezar salan û hiş û ramana jiyana azad e.”

Modelek nû afirand

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan ji bo gelan alternatîfek demokratîk afirandiye û wihat hat dirêjkirin: “Rêber Apo, pergala hêzên hegemon a, desthilatdar, metînger, cinsiyetparêz, diz deşîfre kir û li hemberî wê ji bo gelên bindest û tên perçiqandin alternatîfa Pergala Şaristaniya Demokratîk ava kir. Rêber Apo, li hemberî modela netewe-dewlet ku ev dused sal in ji aliyê hêzên hegemon ve li Rojhilata Navîn bi riyên fêlbazî û hîleyan hatiye bicihkirin û komkujiya çandî ya bi destê vê modelê, ji bo ku gel bikaribin bi hev re di nava ‘Azadiyê”de bijîn têkoşîn neteweya demokratîk dide’ Ya herî girîng jî ew e ku ji bo pirsgirêka Kurd bi şêwazên aştiya ne ku pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn e, bi şêwazên aştiyane bê çareserkirin helwesteke bê hempa dide meşandin.

Polîtîkayên li Îmraliyê 
Di daxuyaniya PKK’ê de hat gotin li Îmrilayê Polîtîkayên Neteweyî yên Îmraliyê tên meşandin û wiha hat gotin: “Li Îmraliyê, li hemberî Rêberê me “POLÎTÎKAYÊN NETEWEYÎ YÊN ÎMRALI YÊ” ku ji aliyê hêzên komploya navneteweyî ve hatiye diyarkirin tên meşandin. Hêza rêveber a van polîkayan Dewleta AKP’ê, di şexsê Rêberê me de li hemberî tevger û gelê me şerek bi giştî îlan kiriye. Ev 54 roj in ji Rêberê me agahî nayê girtin. Lazim e hemû kes baş bizane ku Rêberê me ji bo me û gelê me hinceta “Şer” û “Aştiyê” ye. Yên berpisyarê tenduristî û jiyana Rêberê me bila baş bizanin ku mîsogeriya jiyandina bi hevre ya gelan Rêberê me ye. Dewlata AKP’ê bi van polîtîkayan rê li ber şerekî dijwar û kûrahiya wê dê zirarê bide gelan vedike.”

'Berpirsyariya AKP'ê ye'
Di daxuyaniya ku tê diyarkirin berpisyarê hemû polîtîkayan dewleta AKP’ê ye de hat destnîşan kirin û ev tişt hatin gotin: “Eger nayê xwestin daxwazên gelan a pêkvejiyanê ji holê bê rakirin, divê bi lez bersiv bidin daxwazên Rêber Apo yên “Tenduristî, ewlehî û tevgeriya azad” ku beriya niha ji dewlet û AKP’ê re aşkera kiribû û ji bo çaraserkirina pirsgirêka Kurd a li ser vê esasî têkevin nava tevgerê. Gelê me bi îlankirina Xweseriya Demokratîk vîna xwe ya jiyana azad daniyê holê. Tu hêz nikarin bi gelê me di vê çarçoveyê gav paşve bide avêtin. Çawa beriya niha li hemberî hêzên komploparêz xwe kirin topa agir vê carê jî dikarin helwesateke bi rûmet a bi heman şiklî bide nîşandan.

Banga bilindkirina têkoşînê 
Di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê hat kirin û ev tişt hatin gotin: “Hemû milîtan û kadroyên PKK’ê yên li ser felsefe û xeta paradîgmaya Rêber Apo ya nû xwe rêxistine kirine mîsogeriya azadiya Rêber Apo ne. Em bang hemû kadroyan dikin ku li hemû qadan asta hêza xwe bilind bikin, xwedî li peywirên şoreşger derkevin û rola pêşengiya xwe baş bilîzin. Di serî de ciwan û jin, em bang li hemû gelê xwe yê fedekar dikin ku bi ruhê seferberiyê berxwedanê bilind bikin û çalakiyên xwe bidomînin.” Roj, bi ruhekî berxwedêr bilindkirina têkoşînê ye. Roj, li ser xeta Rêber Apo bilindkirina têkoşînê ye û pêkanîna azadkirina wî ye. Roj, roja parastina hebûna gelê me û azadiya wê bidestxistinê ye. Roj, roja meşana li ser şopa rêheval Evrîm Demîr û Mustafa Malçok e.

Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku derdora Rêberê me û nirxên me yên demokrat-neteweyî bibin yek û çalakiyên xwe heta encam digirin bidomînin. Konsepta şerê dewleta AKP’ê ya bi giştî dê bi berxwedana gelê Kurdistanê yê qehreman vala bê derxistin, di vê çarçoveyê de Pergala Îşkenceyê ya Îmraliyê dê bê şikandin û azadiya Rêberê em û gelê me dê pêk bê.”

ANF/BEHDÎNAN