Şahî li Salona Dawetê ya Emperîal pêk hat û qasî du hezar Kurdistanî tevlî bû. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, PYD, YPG û PJAK’ê hatin daliqandin. Di şevê de li ser navê KNK’ê Maşallah Ozturk, li ser navê MLKD’ê parêzer Roland Meîster, papazê dêra Suryanî ya herêma NRW Ruhr Samuel Gumuş û nûnerên saziyên kurd amade bûn. Di şahiyê de peyama hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bi sînevîzyonekê hat nîşandan.
Kurd û Sûryanî li gel hev in

Piştre papaz Samuel Gumuş jî 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û şervanên YPG û YPJ’ê slav kir. Gumuş da zanîn ku PKK ya bi pêşengiya Ocalan bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û wiha got: “Sala 2015’an 100’emîn salvegera qirkiriya Seyfo ye. Cîhan li dijî vê bêdenge. Lê ciwanên Kurd û Suryanî îro li dijî van çeteyan şer dikin. Ji bo azadiya gelan têdikoşin. Divê her kes pişrgiriyê bide van ciwanan. Azadiya me girêdayê vê têkoşînê ye. Nelson Mandela çi be Abdullah Ocalan jî ew e. Divê ji girtîgehê derkeve.


Bila qedexeya li ser PKK´ê rabe

Maşallah Ozturk jî got di demeke ku gelê Kurd ji dîrokê dihat tunekirin, PKK derketiye holê û got: “PKK’ê bi têkoşîna xwe ev qeder guhert. Bêguman ji bo vê bi hezaran bedel dane. Îro nirxên li Rojava derketine holên encama vê têkoşîn û bedelê ye.36 sal berê bi hewldana 5 ciwanan PKK hat avakirin û îro bûye hêviya gel. Parêzer Roland Meîster jî qedexeya li ser PKK’ê rexne kir û daxwaz kir ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Piştî axaftinan hunermend Xelîl Xemgîn, Zozan, Hozan Comert, Serhad Carnewa, Fevzi Kiliç û Koma Botan derketin ser dîkê.

ANF/HERNE