HESRET AMED / BEHDÎNAN
Endama Koordîasyona KJK’ê Dîlan Spêrtî û Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Cîhan Eren li ser salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê axivîn.
’Têkoşîn belavî her qadê bû’
Dîlan Spêrtî di destpêka axaftina xwe de 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û got, di van 40 salên bihurî de kedeke pirr mezin hatiye dayîn û heta roja me ya îro jî dewam dike. Mirov dikare bibêje, keda herî mezin a Rêber Apo û şehîdên me yên nemir e. Di tekoşîna van salan de her tim dewletên NATO û hevkarên wan di nava hewldanan de bûn ku me tine bikin. Tevî her reng û cûreyên êrişan jî ti carî negihiştine armanca xwe. Em dibêjin, ew ê ti carî nikaribin Tevgera Azadiyê tine bikin, ji ber ku tevgera me tevgereke xwedî hêz, vîn, bawerî, ruhekî fedayî ji fikir û ramanê azadiyê ye.”
‘Çiya ji bo xwe kirin hêlîna azadiyê’
Spêrtî bal kişand ser tekoşîna jinê di nava Tevgera Azadiyê de jî û got, “Bi fikrê PKK’ê jinê xwe nas kir û bû ya xwe. Îro jî jinên Kurd ji hemû jinên cihanê re mînak in. Ew ruhê fedayî yê PKK’ê bi hezaran hevrêyên şehîd weke Sara, Mizgîn, Mazlûm û her şehîdek, ku bi fedayane canê xwe feda kirine, îro mînak in ji tevahî cihanê re ku her roj xwe û civaka xwe perwerde dikin.”
‘Ji fikr û ramanên azad ditirsin’
Endama Koordîasyona KJK’ê, Dîlan Spêrtî tecrîdkirina Ocalan jî nîrxand û got, “Girankirina tecrîda li Îmraliyê tê wateya têkçûna dijmin. Ji bo fikrê rêbertiyê bêhtir belav nebe, çi ji destê dijmin tê, dike. Lê nizanin ku her tecrîd girantir dibe, vîn û baweriya me bi serketin û tekoşînê zêdetir dibe.”
‘PKK partiya tolhildanê ye’
Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Cîhan Eren jî PKK weke partiya tolhildanê pênase kir û got, PKK’ê civaka Kurd ji nû ve afirand û wiha dewam kir: “Em hemû dizanin ku Kurdistan beriya derketina PKK’ê her tim weke zivistanê bû, lê bi derketina PKK’ê re bi wê hêz û baweriya xwe ya serketin û azadiyê hişt ku her çar demsal bibin bihar. PKK bû dengê tolhildana jinê, bû dengê biratiya gelan. Di encamê de PKK bi ruhê tolhildanê rabû, îro jî em dibînin ku dijminê Kurdan bivênevê me Kurdan qebûl dike.”