Rûken Garzan: Ya ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn winda bike, wê xeta împeryalîzmê û hêzên dagirker be. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê birûxînin û Kurdistanê azad bikin û ala sosyalîzmê di nava civakê de li ba bikin. Salvegera 40. a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Ji Endamên Komîteya Rêveber ên PKK’ê Rûken Garzan, Qasim Engîn, Hemrîn Dersîm û Cemal Şerîk, ji fermandarên HPG û YJA-STAR’ê Kawa Garzan, Hêzîl Ozgur, Mizgîn Botan û Çeknaz Agirî jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Rûken Garzan di merasîma eskerî de axivî û Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mirovahiya pêşverû pîroz kir û di şexsê Hakî Karer, Delal Amed, Zekî Şengalî û Atakan Mahîr de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. PKK ji cihanê re bû mînak Rûken Garzan diyar kir ku ew ê di sala 41’an de jî ala sosyalîzmê bi têkoşîna xwe xurt bikin û got, PKK’ê di 40 salan de mîraseke gelekî dewlemend a nirxên civakî û gerdûnî hişt ji dîroka Kurdistanê re. PKK’ê di nava civaka Kurdistan û Rojhilata Navîn de jiyaneke nû, azad, bi rûmet û pêşverû afirand. Di pêşengtiya Rêber Apo de PKK’ê di 40 salî de asteke bilind a mirovahiyê derxist holê û kire malê mirovahiyê. Li hemberî dagirkerên hov, mêtinger û desthilatdar di pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê de têkoşîna hêza azadî, mirovahî, jiyan û civaka azad derket holê. Şervanên azadiyê li hemberî faşîzmê têkoşîneke mezin kir, bi coş û moraleke mezin îro jî şer dikin. Jinên Kurd ên ku bi pêşengiya PKK’ê bîrdoziya rizgariya jinê pêş dixin, ji jinên cihanê û civakên wê re dibin mînaka civaka wekhev û exlaqî. Têkoşîna Azadiya Jinê bû meydaneke bingehîn a têkoşîna PKK’ê. PKK ya ku li hemberî hêzên împeryalîst, faşîst û desthilatdar reng û hêza jin û ciwanan derxist holê, di heman demê de bû reng, deng û vîna gel û baweriyên cûda, ji civakên cihanê re jî dibe mînaka civaka exlaqî.” PKK’ê nirxên gel mayînde kirin Rûken Garzan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên hêzên dagirker û împeryalist, û got, “Di salvegera 40’mîn de jî careke din PKK’ê li hemberî sîstema kapîtalîst û împeryalîst peyama ku dayî cihan û civakê ev e: em ê ti carî ji vîna azad, civaka azad, hebûn û jiyana azad bi paş ve gavê neavêjin, her biparêzin û di nava civakê de mayînde bikin. Ya ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn winda bike, wê xeta împeryalîzmê û xeta hêzên dagirker be. Li ser vî esasî li Kurdistan û Rojhilata Navîn em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê birûxînin û Kurdistanê azad bikin, ala sosyalîzmê di nava civakê de li ba bikin.” n ANF/BEHDÎNAN