Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kir, ku ti astengiyan nas nekin û cejna Newrozê bi rihê berxwedan û azadiyê pîroz bikin. 

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi rasthatina Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em di Newrozeke nû de ne. Ev roja me ya yekîtî, berxwedan û azadiyê ye. Weke tevger û gel, em bi biryardariyeke mezin ku bi dirûşma ‘Em ê bi teqezî bi ser bikevin’ Newroza îsal pîroz bikin. Ji her demê bêhtir em nêzî azadiyê ne û bi vî rengî em dest bi sala nû ya Newrozê dikin. Li ser vê bingehê, em cejna azadî û berxwedanê Newrozê li Rêber Abdullah Ocalan, hemû hevrêyan, gelê me yê welatparêz û dostên hêja pîroz dikin û di sala nû ya Newrozê de serketinê dixwazin. Di şexsê şehîdên me yên mezin ên Newrozê Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan de, hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Di vê Newrozê de em ê xwe di xeta şehîdên xwe de hê bi xurtî nû bikin û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi ser bixînin.”

 ‘Em ê paşverûtiya qirker ji Kurdistanê biqewirînin’

PKK´ê îşaret bi zilma dijminên gelê Kurd kir û wiha peyama xwe dewam kir: “Dijminê qirker, mêtînger û faşîst, ne kêmî Dehaq ê zalim e. Êrîşkariya faşîst-qirker, xwe dispêre her şêwe qelsiya îdeolojîk-rêxistinî û nokeriyê û bi teror û komkujiyên hovane dixwaze tevgera me ya azadiyê tine bike û qirkirina Kurdan temam bike. Berxwedana azadiyê ya gelê me ku bi pêşengiya hêzên me yên gerîla yên leheng û rêxistinên me yên jin û ciwanan li dijî vê yekê tê meşandin, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat serketinên mezin bi dest dixîne û ji her demê bêhtir gelê me nêzî azadiyê kiriye. 

Eşkere ye; parastina hebûnê û jiyana azad hêsan nîne. Hin hêzên ku rihê nokeriyê bi wan re heye, hewl didin têkoşîna azadiyê ya bi lehengiyeke mezin û li ser xeta fedayî tê meşandin, reş bikin. Lê ev hewldanên wan pûç in û bê encam in. Heta ji wan tê bila li ber deriyê efendiyên xwe dengê xwe bilind bikin. Weke mirovên ku bi ruh û eşqa azadiyê xemilîne û ji bilî jiyana azad tiştekî din qebûl nakin, em ê têkoşîna xwe ya pîroz a hebûn û azadiyê di sala nû ya Newrozê de xurtir bikin û hem pavşerûtiya qirker-faşîst, hem jî nokerên wê ji Kurdistanê bibin, biqewirînin.”

 ‘Em bi rihê Newrozê şoreşa azadiyê mezin bikin’

PKK’ê berxwedana xwerêveberiya demokratîk a li dijî faşîzma dewleta Tirk bi pêşengiya AKP-MHP’ê silav kir, pakrewan bi bîr anîn, û ev bang kir: “Bi taybetî bang li gelê me yê li Amed, Wan û gelemperiya Bakurê Kurdistanê dikin ku qadên Newrozê dagirin û hesab ji faşîzmê bipirsin. Di heman demê de, em şerê şoreşgerî yê mezin ê ku gelê me yê Rojavayê Kurdistanê li dijî faşîzma DAIŞ û AKP’ê dimeşîne silav dikin, şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin û bang dikin, ku Newrozê bi coş pîroz bikin û bi rihê Newrozê şoreşa azadiyê mezin bikin.”

PKK´ê xelkê Şengalê, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî ji bîr nekir û vê banga giştî peyama xwe bi dawî kir: “Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin, ku li ti astengiyan nelikumin, cejna xwe ya Newrozê bi ruhekî mezin ê berxwedan û azadiyê pîroz bikin, li her derê qadên Newrozê dagirin, di sala nû ya Newrozê de rêxistinbûna xwe zêde bikin, bibin yek û têkoşîna ‘Azadî ji Ocalan re, Statu ji Kurdistanê re’ mezintir bikin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN