Koordînasyona komalên jinên Kurdistanê KJK’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 40’emîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir.

KJK´ê got, “Salvegera avabûna partiya me pêvajoya afirandine berxwedan û serketina mezin e. Di vî warî de PKK moral e, exlaq e û têkoşîneke mezin e. Rastiya PKK’ê rastiya gelan û mirovayetiyê ye. Heqîqeta PKK’ê heqîqeta jina azad e.

PKK bûye pêşenga sosyalîzma demokratîk, di warê partiya jinan de bi israr e, li hemberî şerên taybet li ser lingan maye û li hemberî hemû êrişan bûye bîr û baweriya serketinê.

Bi vê re bi pêkanîna şoreşa rizgariyê ya gelê me, hêviya mirovayetiyê jî ji nû ve zindî bûye. Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe careke din bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser xaka azad bi Rêber Apo re bigihin hev. KJK wê di sala 41’ê ya PKK’ê de her cure êrişan pûç bike û serketinên mezin bi dest bixe.”

Li ser xeta jinê jiyan zindî dibe

Koordînasyona PAJK’ê jî salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û xwest her der bibe meydana berxwedanê: “PKK bi têkoşîna xwe ya destanwarî ya çil salan di civakê de guherîneke mezin dike. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan a ku li ser xeta azadiyê ya jinan bi pêş dikeve, wekî felsefeyeke nû ya jiyanê zindî dibe. PKK-PAJK xwedî li çanda jiyana hevpar a gelan derdikevin û biratiya gelan bi feraseta neteweya demokratîk bi pergala xweserî û konfederalîzma demokratîk diparêzin. Ji bo serketina têkoşîna azadiyê ya ku Rêbertiya me ew bi pêş xistiye, ji bo çareseriya doza Kurdan û têkoşîna demokratîzekirina Rojhilata Navîn em ê di sala 41’an de berxwedanê geştir bikin.“

 

 ANF/BEHDÎNAN

 
 

PKK´ê tovê azadiyê reşand

   

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, 40 salên berxwedana PKK’ê nirxandin. Avesta salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan berxwedêrên zindanan, lêgerînerên azadiyê; jinên Kurd ên fedakar, şervanên azadiyê, milîtanên kadro, gelên Kurdistanê, dost û mirovahiya pêşverû pîroz kir û got, di demekê de ku hêvî nemabû, PKK derket holê û mîna tovekî azadiyê li xaka Kurdistanê şîn bû.

‘Biryara DYE’yê dewama komployê ye‘

Sozdar Avesta îşaret bi tecrîdkirina Ocalan jî kir û got, “Di şexsê Rêber Apo de dixwaze partiya me PKK’ê û gelê me teslîm bigirin. AKP-MHP ên faşîst ku li pêşberî felsefeya jiyanê û paradîgmaya nû ya Rêberê me bê çare maye, bi rêya tecrîda giran dixwaze encamekê bi dest bixe. Dixwaze komploya 15’ê Sibatê bidomîne. Biryara dawî ya DYE’yê nîşana berbiçav a vê yekê ye. Nerazîbûna gelê me ya li dijî vê biryara bê exlaqî û bê rûmet, girîng e. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li partî û pêşengên xwe yên şoreşger xwedî derdikeve.”

Jinên Kurd bûn hêvî

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di dawî de got, têkoşîn û berxwedana jinên Kurd bi taybetî di şoreşa Rojava de û li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê nîşan da, bandoreke mezin li mirovahiyê kiriye: “Bû sedem ku hemû cîhan bi taybetî jin berê xwe bidin şoreşa Kurdistanê. Ji gelên bindest û jinan re bû çavkaniya îlhamê.”

 

 ANF/BEHDÎNAN

 
 

Berxwedan mezin dibe

 

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP´ê ya Colemêrgê Leyla Guven ev 21 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Û ev berxwedan niha belav dibe. Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn, 27’ê Mijdarê, roja salvegera damezrandina PKK’ê, dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan dikin. Bi navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da û salvegera 40’î ya damezrandina PKK´ê li her kesî pîroz kir.

Denîz Kaya li ser armanca çalakiyan got, “Ji 27’ê Mijdarê û pê ve ku salvegera damezrandina partiya me ye, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê wê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan bikin. Yekane daxwaza me, qedandina tecrîdkirina Rêberê me ye. Di demeke kin de çalakiya me wê bi rengekî gelekî cuda û radîkal dewam bike. Em şopdarên çanda berxwedana zindanê ne ku dibêjin, ‘Em ji jiyanê gelekî hez dikin ku di oxira wê de em dikarin canê xwe bidin’. Em dest bi pêvajoyeke nû ya berxwedanê dikin.

Em bang li hemû mirovên demokrat, rewşenbîr û her kesê ji xwe re dibêje ‘ez însan im’ dikin, da ku bala wan li ser çalakiya me be. Em bang li gelên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê dikin ku li dora çalakiya me li hev bicivin. Havalên me wê li hemû zidanan vê çalakiyê bikin. Hevrêyên me yên nexweş û kalûpîr wê tevlî çalakiyê neyên kirin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN