‘PKK hêviya hemû gelan e’


KÎEL: Li bajarê Elmanya Kîelê, 37. salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan, li salona dawetê ya Gaarden Mega Sarayê pêk hat û berxwedanên Farqîn, Lice û Nisêbînê hatin silavkirin.
Li salona ku bi alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê hat xemilandin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hakî Karer û sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin daliqandin. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Dûre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Berdevka Komuna Jinê ya Kîelê axivîn. Di pîrozbahiyê de hunermendên Kurd Seyîdxan, Bênav, Demhat û Koma Dep derketin ser dikê.
ADÎGEY: Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adîgeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Pîrozbahî li salona konserê ya Navenda Çandê ya Adîgeyê bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan pêk hat. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Adîgeyê Feyzo Huseyîn axivî. Pîrozbahî bi konsera hunermendê ji Bakurê Kurdistanê Mem Ararat bi dewam kir. Dûre Koma Sê Bira, Barî, koma govendê ya Medya derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
COTE D’AZUR: Li herêma Cote d’Azur a li Başûrê Fransayê li bajarê Dragûîgnanê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), bi beşdariya bi sedan kesan, 37. salvegera damezrandina PKK’ê pîrozk ir. Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan komkujiya li Parîsê jî şermezar kir û di serî de Fransa bang li tevahiya Ewropayê kir ku hîn bêhtir destekê bidin gelê Kurd ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşe. Di pîrozbahiyê de Hozan Aydin, Çetîn Oraner, Hozan Remzî, Suleyman derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
VIYANA: 37. salvegera damezrandina PKK’ê li paytexta Awûstûrya Viyaanyê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Axaftina vekirinê ya pîrozbahiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê ji aliyê Hevserokê navendê Rîchard Berger û Hevserokê Meclîsa Viyanayê ya PYD’ê Agirî Kobanê ve hat kirin. Di şahiyê de tim û tim ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û Kobanê dirûşme hatin qîrîn.
Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak jî li şevê axivî û da zanîn ku dîroka 37 salan, meşa azadiyê ya 37 salan, şerê azadiyê yê 37 salan, dîrok û çarenûsa Kurdan guhertiye. Di şeva ku peyama MLKP’ê jî hat xwendin de, koma koro û govendê ya herêmî, Hozan Xebat Teyfûr ê ji Rojava, Hozan Serdar, Kewê, Koma Dem û Koma Hêvîdar derketin ser dikê.
RENNES: Li bajarê Fransa Rennesê jî, salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Rennesê ve hat organîzekirin de, Kurdistaniyên li Rojavayê Fransayê dijîn amade bûn. Şev bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di têkoşîna azadiyê de jiyaan xwe ji dest dane, destpê kir. Dûre berxwedana li Bakurê Kurdistanê û azadkirina Şengalê hat silavkirin. Di şevê de Hozan Alî Gul, Koma Kelaşîn, Fîgen, Koma Zelal û Ozan Şemdîn derketin ser dikê.
NAVENDA NÛÇEYAN
